Girtina ROJ TV li Freiburgê hat şermezarkirin

Girtina ROJ TV li Freiburgê hat şermezarkirin

Bi armanca şermezarkirina biryara Danîmarkayê ya girtina televîzyonên Kurd, li bajarê Elmanya Freiburgê meşek hat lidarxistin. Di meşê de bal hat kişandin se rewşa tenduistiyê û mercên girtîgehê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Meşa duh a li bajarê Freiburgê bi beşdariya 300 Kurdistaniyan pêk hat. Di meşê de tedbîrên tund ên polîsan bal kişand. Di belavoka hat xwendin de biryara Danîmarkayê ya girtina ROJ TV, NÛÇE TV û MMC hat şermezarkirin û hat xwestin, biryar tavilê bê betalkirin.

Di meşê de bal hat kişandin ser mercên girtîgehê û rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya Ocalan îmze hatin berhevkirin.

Di meşê de bi dehan îmze hatin berhevkirin û çalakî bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.