Girtina kuna Ozonê wê bi salan bidome
Zanyarê Îngîlîz Jon Shanklîn ê berî niha bi 30 salî kuna di tebeqeya ozonê de keşf kir, diyar kir ku li ser Antarktikayê girtina kuna ozonê wê demeke dirêj bigire.

Shanklin ê di sala 1985’an de kuna di tebeqeya ozonê de keşf kir û têkildarî roniyên radyoaktîf ên rojê raya giştî ya navneteweyî hişyar kir, Protokola Montreal hatibû îmze kirin û bikaranîna madeyên kîmyewî yên asta ozona di atmosferê de kêm dike hatibûn qedexekirin.
Jon Shanklin ê di roja me de di grûba Lêkolînê ya Antarktika ya Îngîlîz de ye, got ku girtina kuna ozonê wê demek dirêj bigire. Shanklin anî ziman ku kuna di ozonê de nîşan daye bê mirov di demeke kurt de dikare xwezayê texrîb bike û xweza ji bo xwe sererast bike çiqasî dem digire.
Shanklin wiha dewam kir, “Aşkera em ji tiştên ku me wê rojê kirine ders nagirin, ji ber ku em îro jî heman tiştî dikin. Wê demê kloroflorokarbon bû îro gazên bandora serayê dikin hene.”
Shanklin piştî 25 salan gotibû ku kuna ozonê hêdî hêdî tê girtin, ji bo bi temamî bê girtin divê mirov li benda nîvê vê sedsalê be.