Girseya ku bend derbaz kir, ber bi qereqolê ve diçin
Girseya ku bend derbaz kir, ber bi qereqolê ve diçin
Girseya ku bend derbaz kir, ber bi qereqolê ve diçin
Bi hezaran kesên ku qereqola dê li bajarokê Kizilsu bê çêkirin protesto dikin, benda leşkeran derbaz kirin û ber bi herêma çêkirina qereqolê lê didome meşiyan.
Bi hezaran kesên ku ji bajarok û gundên Şirnexê hatin û di nav de endamên rêxistinên civakî ên sivîl, ÎHD û DOKH’ê heyî ji bo protesto kirin çêkirina qereqola nû li bajarokê Kizilsu tê avakirin, benda leşkeran derbaz kirin û dest bi meşê kirin. 5 kîlometre nêzî qereqolê bi TOMA, wesayîtên zirxî û nêzî hezara leşker bend danîn û hewil da gel asteng bikin. Girseyê benda leşkeran derbaz kir û ber bi herêma qereqolê ve meşiyan.
Bi hezaran kesên ku li herêmê dest bi meşê kirin, helîkopter jî li ser herêmê difirin. Bi hezaran kes bislogana “Bijî Serok Apo” ber bi herêma qereqol lê tê çêkirin dimeşin.