Girê çeteyên DAIŞ'ê duh jê derbasî Rojava bû êdî herêma leşkerî ye
Girê çeteyên DAIŞ'ê duh jê derbasî Rojava bû êdî herêma leşkerî ye
Girê çeteyên DAIŞ'ê duh jê derbasî Rojava bû êdî herêma leşkerî ye
Girê duh çeteyên DAIŞ'ê li pêş çavê leşkerên Tirk jê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û dîmenên wan di weşana zindî de xuya kir, weke herêma leşkerî hat îlankirin û li çapemeniyê hat qedexekirin.
Girê gundê Siwêdê ku duh di weşana zindî de çeteyên DAIŞ'ê ji nav sînorê Tirkiyeyê derbasî Rojava bû, weke herêma leşkerî hat îlankirin û hat qedexekirin. Girê gundê Siwêdê ku li pêşberî Girê Zorava yê Kobanê ye û şerê li wir bi hêsanî tê dîtin, li xebatkarên çapemeniyê û mirovên nobeda berxwedanê digirin hat girtin. Leşkerên ku çûn herêmê, rojnamevan û gelê nobeda berxwedanê digirtin, ji herêmê derxistin.
Leşkeran ji bo vê qedexeyê jî "Qanûna Herêmên Ewlekarî û Herêmên Qedexe yên Leşkerî ya bi hejmara 2565" sedem nîşan dan. Li ser pirsa rojnamevanan a "Çima hewldaneke bi vî rengî hat kirin?" rayedarê leşkerî diyar kirin ku ev pêkanîn li ser fermana Walîtiyê hatiye kirin.
Televîzyona ÎMC duh di weşana zindî de kêlî bi kêlî, derbasbûna çeteyan ji nav sînorê Tirkiyeyê ber bi aliyê Kobanê ve, weşandibû.