Geveriyan şoreşa Rojava silav kir, êrîş şermezar kir

Geveriyan şoreşa Rojava silav kir, êrîş şermezar kir

Geverî ji bo şermezarkirina êrîşa li Rojava li dijî sivîlan pêkhat û piştgirî dayîna şoreşê meşiyan.

Rêxistina BDP’a Geverê ji bo şermezarkirina êrîşa bombeyî ya 11’ê Mijdarê li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê pêkhat û 14 sivîlan jiyana xwe ji dest da meşek pêkanîn.

Endamê MP BDP’ê Abidîn Enîş, Parlementerên BDP’ê, Serokê BDP’a Geverê Naîl Dûrmaz, endamên MEYA-DER, KURDÎ-DER û TUHAD-FED’ê jî heyî gelek kes hatin ber avahiya BDP’a Geverê kombûn. Û ber bi Otela Oslo meşiyan. Girseyê pankartên “Li çiya PKK, li kolanan YDG-H”, “Dewleta Tirk dê di bin dîwarê avakirî de bimîne”, “Tirsa Dewleta Tirk, artêşa YDG-H’ê ye” vekirin û alên PKK’ê hilgirtin.

Piştî li ber Otela Oslo deqîqeyek rêzgirtinê hatekirin, Serokê BDP’a Geverê Naîl Dûrmaz axivî û got: “Em heya dawiyê piştgiriyê didin gelê Rojava û li ber çavê gel em dibêjin em hertim li gel we ne. Diyare ku berxwedana hêzên YPG’ê li Rojava dimeşînin roj bi roj gelê Rojava ber bi azadiyê ve dibe. Di encama panîka hêzên dij-şoreşê li Rojava êrîşekî bombeyî li Kobanê pêkanîn. Em êrîşê şermezar dikîn. Exlaq û hiqûqek ya şer jî heye.”