Dîplomasiya beriya konferansa avhewa COP21 a di 30'e Mijdarê de li Parîsê destpê bike, li Elmanya û Brezîlyayê dewam dike. Fransayê hişyarî da û got, "eger em bi ser nexînin, wê felaket rû bide." Tevî van hemûyan, hem di 7 mehên destpêkê yên îsal de hem jî di meha Tîrmehê de pileya germahiyê derket asta herî bilind a nîveka heta roja îro.
Li gorî daneyên ji aliyê Daîreya Atmosfer û Okyanûsê ya Neteweyî ya Amerîka (NOAA) hatin weşandin, meha Tîrmehê bû meha herî germ a ji sala 1880'ê û vir ve. Dema 7 mehên destpêkê yên îsal, rekora germahiyê ya dîrokî şikand.
Di daneyên NOAA de nîveka germahiya cîhanê ya dema navbera Çile-Tîrmeha 2015'an, li gorî sedsala 20'an bi rêjeya 0,85 pile zêde bû. Bi vî rengî gihaşt pileya herî germ a ji sala 1880'ê û vir ve.
Li hin herêma jî nîveka germa heta roja îro 1,34 pile zêde bû.
HOLLANDE: EGER DI KONFERANSÊ DE LIHEVKIRIN PÊK NEYÊ WÊ 'FELAKET' BE
Pileya germa di asta rekorê de hat pîvandin, bû sedem ku şîroveyên 'germahiya global ji texmînan zûtir wê pêk were' bên kirin. Bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) wê li paytexta Fransa arîsê di navbera 30'ê Mijdarê û 11'ê Kanûnê de konferansa avhewa ya weke COP21 tê binavkirin bê lidarxistin. Di vê konferansê de tê xwestin, ku li ser tedbîrên di salên pêş de werin wergirtin, peyman were morkirin.
Serokkomare Fransayê Françoîs Hollande der barê mijarê de axivî û destnîşan kir ku eger di COP21 de welatên cîhanê li ser peymanekê li hev nekin, wê 'felaket' rû bide. Hollande diyar kir ku divê li şûna enerjiyên klasîk (petrol, komir, gaz) çareserî ji bo peydakirina enerjiyên dikarin xwe nû bikin, werin dîtin.
ELMANYA Û BREZÎLYA WÊ AMAZINAN 'RIZGAR BIKIN'
Herî dawî Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel ku duh bi heyeteke ji 7 wezîran çû serdana Brezîlyayê, ji bo parastina cihêrengiya biyo ya li daristanên Amazonê, projeyên hevpar îmze kiribû. Elmanyayê ragihand ku ji bo pêşîgirtina li tinekirina daristanên Amazonê û teşwîqa li enerjiya dikare nû bibe, fonek ji 550 mîlyon euro veqetandiye.
Brezîlya ku bi erdê xwe yê ji 8,5 mîlyon kîlometreçarçik e, pêncemîn welatê herî mezin ê cîhanê ye. Beşa herî mezin a daristanên Amazonê jî di nava sînorên vî welatî de ye. Amazon, weke mînaka herî baş a cihêrengiya biyo ya li ser rûyê cîhanê tê nîşandan. Lê belê di salênd awî de bi qetlîamên daristanan re ket rojevê.