Gerîlayên PKK û PJAK'ê hatin bîranîn
Gerîlayên PKK û PJAK'ê hatin bîranîn
Gerîlayên PKK û PJAK'ê hatin bîranîn
Gerîlayên PKK'ê û PAJK'ê yên di demên cuda û li cihên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn bi bernameyên mewlûd û sînevîsyonan hatin bibîranîn. Ji bo gerîlayê PJAK'ê Gurkan Yardımcıel (Serhat Cihan) li Qersê mewlûd hat dayîn. Ji bo 10 gerîlayên PKK'ê jî li Mala Pasûriyan a Amedê mewlûd hatin dayîn.
Li Bajaroka Pazarcixê ya Tîgora Qersê ji bo gerîlayê PJAK'ê Gurkan Yardımcıel (Serhat Cihan) ku di hezîrana 2008'an de li Qandîlê dema perwerdehiya mayînan didît di qezayê de jiyana xwe ji dest da, mewlûd hat dayîn. Di mewlûdê de malbata Yardımcıel, endamên Meclisa BDP'ê û rêveberên BDP'ê, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî amade bûn. Piştî xwendina mewlûda ku li malbata Yardimciel hat dayîn, Hevserokê BDP'ê yê Qersê Şerafettin Îldîrim, diyar kir ku îro şehîdên ku li Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û Serhat Cihan bibîr tînin û wiha got: "Ger ku li Kurdistanê serkeftina raperînê hebe ev raperîna serkeftinê bi xêra şehîdên Kurdistanê ye. Em li hemberî şehîdên kurdistanê bi hurmet bejna xwe ditewînin û li têkoşîna wan xwedî derdikevin. Bavê gerîlayê PJAK'ê Yardimciel Mustafa Yardimciel jî diyar kir ku kurê wî di sala 2005'an de li Stenbolê tev li gerîlla bû û wiha got: "Kurê min ji ber zilma li ser axa kurdan pêş diket tev li PKK'ê bû. Em heta ku bimirin em dê tekoşîna hemû şehîdên Kurdistanê bilind bikin. Piştî axaftinan mewlûd hat dayîn.
JI BO 10 GERÎLAYÊN PKK'Ê LI AMEDÊ MEWLÛD
Li Mala Şînê ya Pasûriyan a li navçeya Rezan a Amedê jî malbatan, ji bo 10 gerîlayên PKK'ê yên di demên cuda û li cihê cuda jiyana we ji dest danûn mewlûd da. Malbatan, ji bo zarokên xwe li Mala Şînê ya Pasûran mewlûd da û têkoşîna wan bibîr anîn. Di Mala Sersaxiyê de wêneyên 10 gerîlayên PKK'iyan û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Mala Sersaxiyê ku ji bo 10 gerîlayên PKK'ê hatin vekirin dê 3 rojan vekirî bimîne.
PKK'iyên di navbera salên 1991-1999'an de di şerê li dijî artêşa Tirk û çalakiyan de jiyana xwe ji dest dan navê wan wiha ye:
* Abbas Yokûş (Rûbar), 1961 li Erxaniyê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Erzîromê jiyana xwe ji dest da
* Ahmet Ekmen (Şiyar), 1974 li Licê-Amed ji dayik bû, 14'ê Tîrmeha sala 1994'an de li Erzîromê jiyana xwe ji dest da
* Asim Akdenîz (Rodî) 1969 li Egîl ji dayik bû, 1999'an de li Kozlûkê jiyana xwe ji dest da
* Cuneyt Aydinlar (Hebûn) 20.03.1971 li Amedê ji dayik bû, 1994'an de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da
* Dîlce Aydin (Arjîn) 1976'an li Amedê ji dayik bû, Gulana sala 1996'an li Mûtkî jiyana xwe ji dest da
* Hêja Yaşli (Melsa Serdar) 02.04.1981 li Hezro ji dayik bû, 1999'an de li Pîranê jiyana xwe ji dest da
*Heybet Aktaş (Azîz) 1970 li Dara Hênê ji dayik bû, 13'ê Tebaxa sala 1994'an de li Mûtkî jiyana xwe ji dest da
* Mûzaffer Taş (Orhan Mardîn) 16.03.1976 li Bismilê ji dayik bû, 1'ê Gulana sala 1998'an de li Çewlikê jiyana xwe ji dest da
* Sevda Tûrfan (Eylem) 1979'an li Licê-Amed ji dayik bû, 18'ê Sibata sala 1995'an de li Hênê jiyana xwe ji dest da
* Tûncay Sari (Gabar Amed) 01.05.1980 li Erxeniyê ji dayik bû, di 1'ê Îlona sala 1997'an de li Dara Hênê jiyana xwe ji dest da.