Gerîlayên li çeperên li Kerkûkê hatin ziyaretkirin

Gerîlayên li çeperên li Kerkûkê hatin ziyaretkirin

Berpirsyarên YNK'ê yên Kerkûk û Germiyanê û malbatên zarokên wan li nav refên gerîla jiyana xwe ji dest dane, gerîlayên li çeperên Kerkûkê ziyaret kirin.

Koma ji du YNK'yiyên ji Kerkûk û Germiyanê û malbatên gerîla, ku di nav de hejmareke zêde pêşmergeyên berê jî hebû, çeperên gerîla yên li Kerkûkê ziyaret kir.

Li ser navê heyeta ji Kerkûkê hatiye yek ji berpirsyarên YNK'ê yên Kerkûkê mamoste Mûhammed kêxweşiya xwe ya ji ber hatina gerîla ji bo Kerkûkê anî ziman û got, "Hatina PKK'ê ji bo Kerkûkê ji bo me gelekî girîng e. Hem pêşmerge hem jî gelê Kerkûkê moraleke mezin girt. Rewşeke dîrokî ye ku îro gerîla û pêşmerge li heman çeperê şer dikin. Gerîla cudahî nexist navbera Kerkûk, Amed yan jî Kobanê. Vê yekê neteweyîtiya gerîla nîşa da. Ev sekin peyameke mezin e ji dijminan re. Îro Kurd li her deverê di nava yekîtiya neteweyî de dixebitin. Her wiha em berxwedana îro li Kobanê dewam dikin, silav dikin."

Li ser navê heyeta ji Germiyanê hat berpirsyarê pêşmergeyên Germiyanê Şîrzat Bevenûrî axivî. Bevenûrî got, "Em gelekî bi we serbilind in ku we gelê Başûr parastin. Me moraleke mezin ji we girt. Ti cudahiya me ji hev nîne" û axaftina xwe wiha dewam kir: "YPG û YPJ ên li Rojava şer dikin jî hêza xwişk û birayên me ne. Em wan ji xwe cuda nabînin. Îro êrîş li ser her aliyê Kurdistanê heye û em hemû jî li dijî dijmin şer dikin. Hêviya me pêkhatina yekîtiyê ye û avabûna hêza hevpar a çekdarî ye. Hemû hewldan ji bo parastina gelê Kurd e."

Bavê Karwan Gabar ê di nav refên HPG'ê de jiyana xwe ji dest da Mamoste Elî jî diyar kir ku ji bo tevahiya Kurdistanê rewşeke dîrokî ye ku gerîla di parastina Başûrê Kurdistanê de cih digire û destnîşan kir ku ev yek ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî gaveke mezin e. Mamoste Elî ragihand ku ew serbilind in ku gerîla di parastina Başûrê Kurdistanê de cih digire û got, "Em berxwedana li Rojava, berxwedana li Kobanê silav dikin. Heta dawiyê em li cem gerîla ne."

Ji fermandarên HPG'ê Egîd Kelar heyet pêşwazî kir û kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman.