Gerîlayên jiyana xwe ji dest dan li Darmstadtê hatin bîranîn

Gerîlayên jiyana xwe ji dest dan li Darmstadtê hatin bîranîn

Li bajarê Elmanya Darmstadtê di kesayetiya gerîlayên HPG'ê Mûrat Bîlgîç (Delîl Antep), Nazîm Işik (Gabar Faraşîn) de gerîlayên di demên dawî de di têkoşîna azadiyê ya Kurd e jiyana xwe ji dest dan û fermandarê HPG'ê Mehmet Can Gurhan (Reşîd Serdar) û Hamît Akîl (Kerîm Şirnak) di 1. salvegera ji destdayîna jiyana xwe de, hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û der barê fermandarê HPG'ê Reşîd Serdar û Kerîm Şirnak de hevpeyvîna li gel fermandarê HPG'ê Mûrat Karayilan hat xwendin. Bîranîn bi beşdariya zêdeyî 100 kesî li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê pêk hat û li ser cangoriyên Kurdistanê axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin destketiyên di encama biryardariya Reşîd Serdar û Kerîm Şirnak a di têkoşînê de, hatine qezençkirin.

Dûre bi kurtasî behsa jiyana gerîlayên HPG'ê Mûrat Bîlgîç (Delîl Antep) û Nazim Işik (Gabar Faraşîn) ên di 20'ê Mijdara 2012'an de di şerekî li Hasanbeylî/Osmaniye de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin. Dayika Mûrat Bîlgîç Halîme Bîlgîç, bav Osman Bîlgîç, birayê wî Mûzaffer Bîlgîç û hevalên wî jî di merasîmê de amade bûn. Dayik Bîlgîç li vir peyivî û got, "Me têkoşîn bi rêya birayê min Velî Yaşar (Delîl) ê di 1'ê Nîsana 1988'an de li Bagokê şehîd ket, nas kir. Ev ji bo me bûbû destpêkek. Me têkoşîna azadiyê ya Kurd bi vî rengî nas kir. Kurê min jî di 20 saliya xwe de di şopa xalê xwe de meşiya û mîna ku dixwaze ji dewleta Tirk re behsa hin tiştan bike al û navê xalê xwe wergirt. Ev yek me serbilind kir." Dayik Halîme diyar kir ku gotina dawî ya kurê wê "Eger şehîd bikevim dayê tu li dû min negirî" bû û got, "Şehîdên me namirin".

Bav Osman Bîlgîç jî got, "Serhildana yekemîn a Mûrat a li dijî dewlet Tirk; nexwendina sirûda Îstîklalê bû" û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Min bihîst ku dê Delîl bi hevalên xwe re derkeve serê çiyê. Min jê re got; li metropolan kar bike lê eger tu bi biryar be ji bo çûyînê, hingî ezê hurmetê nîşanî biryara te bidim. Delîl di pêvajoya mertalên zindî de derbasî qada herî germ a têkoşînê bû û li wê derê ma. Di serdegirtina Oremarê de birîndar bû û ji yekîneya xwe qut bû. Lê belê dûre bi wî halê xwe yê birîndar, xwe gihand yekîneya xwe. Piştî ku demekê tedawî dît tenduristiya wî baş bû û weke fermandar çû herêma Amanosan. Herî dawî, li Hasanbeylî/Osmaniye bi Nazîm Işik (Gabar Faraşîn) re şehîd ket. Nazîm Işik jî mîna hemû şehîdên me ew jî kurê min e, ti ferqa wî û Delîl tineye. Ji ber ku hûn xwedî li şehîdên me derketine, ez mînetdar im."

Di merasîmê de sînevîzyona gerîlayê HPG'ê Mûrat Bîlgîç (Delîl Antep) hat nîşandan. Bîranîn bi dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.