Gerîlayê HPG’ê Ugurlar bigirseyî sipartin axê

Gerîlayê HPG’ê Ugurlar bigirseyî sipartin axê

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ehmed Ugurlar (Egîd Sûrûç) ku duh ji Morga Tiba Edlî ya Stenbolê hate girtin, ji bo careke din li “Şehîdgeha Şehîd Egîd Sûrûç” defin bikin li ser fermana Walîtiya Mêrdînê destûr nehate dayîn. Ji ber sedema astengiyan cenazeyê gerîla Ugurlar ji aliyê zêdetirî hezar kesan ve li goristana gundê Marînê hate defin kirin.

44 gerîlayên PKK û HPG’ê ku li Mêrdînê piranî di sala 1999’an de di encama pêvajoya vekişînê de jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan li “Şehîdgeha Şehîd Egîd Sûrûç” ya li lotkeya Çiyayê Bagokê 1’ê Îlonê bigirseyî hatibûn defin kirin, piştî wê rojekê leşkeran gor xirab kiribûn û cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ehmed Ugurlar (Egîd Sûrûç) ji gorê derxistibûn. Cenazeyê gerîla Ugurlar ku ji bo otopsiyê biribûn Morga Tiba Edlî ya Stenbolê, duh tesmlîm girtin. Piştî cenaze hate girtin, bi balefirê anîn Mêrdînê. Xwestin careke din cenaze li “Şehîdgeha Şehîd Egîd Sûrûç” defin bikin lê li ser fermana Walîtiya Mêrdînê di ketina Nisêbînê de ji aliyê leşkerên Qereqola Cendirmeyan ya TRT ve hate astengkirin û nehate defin kirin.

Li vir li ser astengkirinê girseya ku li ber qereqolê veqetiyan li ser bajarokê Gîrmelî ya Nisêbînê xwestin biçin Çiyayê Bagokê lê careke din leşkeran rê lê girtin. Li ser vê yekê zêdetirî hezar kesên ku 3 demjimêran rawestiyan, astengkirin bisloganên “Şehîd namirin”, “Pêkûtî me bêzar nakin”, “Bijî serok Apo” û “PKK gele, gel li vire” protesto kirin.

Li rexmî hevdîtinên hatin kirin jî destûr nehate dayîn, cenazeyê gerîlayê HPG’ê Ugurlar li goristana gundê Marîne ya Nisêbînê hate veşartin. Bi wesayîta kar cihê cenaze kûlan. Hevserokê BDP’a Mêrdînê Reşat Kaymaz, Endamê MKY BDP’ê Ferhat Tarhan, Hevseroka BDP’a Rihayê Leyla Akça, rêveberên BDP’a bajar û navçeyên Mêrdînê, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên DOKH, nûnerên MEYA-DER’ê jî beşdarî merasima cenazebûn. Di merasimê de posterên mezin yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla Ugurlar hatin vekirin û ala PKK’ê hate hilgirtin. Piştre bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” hate xwendin û rêzgirtin.

Nûnerê Mêrdînê yê MEYA-DER’ê Yilmaz Eren di merasimê de axaftinek kurt kir. Eren got, dewletê li dijî Kurdan hertim polîtîkayên qirêk meşandiye û hertim jî gelê Kurd li hemberî van polîtîkayên qirêj bertek nîşandaye. Eren anî ziman ku, “Egîd Sûrûç û bi 43 hevalên wî ji bo ziman, çand û nasnameya gelê Kurd canê xwe feda kirin. Em hertim xwedî li van hevalan derketîn û em dê derbikevîn jî. Eger gelek azadiya xwe bixwaze, bêgûman dê bedelên vê  hebin. Em birêz li hember şehîdên xwe, xwe ditewînîn û em dê hertim rêya wan xet kirî de bimeşîn.”

Piştî axaftina Eren, Hevserokê BDP’a Mêrdînê Reşat Kaymaz axivî û got: “Şehîdê me cihê xwe di dilê hemû Kurdistanê de kiriye.” Kaymaz da diyarkirin ku, îro Serokwezîr hatiye Amedê û wiha axivî: “Di cenazeyê hevalê Egîd Sûrûç de careke din maskeyê AKP’ê ket. Erdogan li Amedê dibêje, ‘Dê ji çiya bên xwar, girtîgeh vala bibin’. Lê li milekî din destûr nadin em şehîdê xwe li Mêrdînê defîn bikîn. Me du rê ceribandin û hêzên leşkerî rê neda me. Destûr nadin em wesiyeta şehîdê xwe bînin cih. Weke her carê AKP’ê vêcarê jî durutiya xwe nîşanda.” Kaymaz ên ku destûr nedan Ugurlar li “Şehîdgeha Bagokê” bê defin kirin şermezar kirin û da diyarkirin ku, “Em nikarin cenazeyê xwe cihê em dixwazîn defîn bikîn. Lê belê bila Serokwezîr û wezîr bizanin ku, Bagok li pişt meye û kîlometreyekê ji me dûre. Ev cenaze jî Bagoke. Vî gelî astengiyên te nasnekir. Pêwîstî bi polîtîkayên wiha tuneye. Tu dixwazî rihet li Amed, Şirnex û Mêrdê biaxivî, ji bo wê pêwîste rêzê li nirxê vî gelî, serokatiya wî û şehîdê wî bigirî. Wê demê ev gel dê himbêza xwe ji bo te veke. Berevajiyê wê dê ev gel hertim te dijmin bibîne.”

Piştî Kaymaz mamê Ugurlar Reşat Ugurlar axivî û got: “Cenazeyê şehîdê me bi hovane revandin, me nekarî li şehîdgehê defîn bikîn. Li rexmî hemû hewildanan me nekarî cenaze defin bikîn.” Ugurlar sipasiya hemû kesên beşdarî merasima cenaze bûyî kir. Piştî axaftinan bi hezaran kesan slogan avêtin û ji goristanê veqetiyan.