Gêrîlayan cenazeyê gêrîla Erdem bimerasimekî radestî gel kir

Gêrîlayan cenazeyê gêrîla Erdem bimerasimekî radestî gel kir

Bi sedan kes ji bo cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Zekî Erdem ê ku par li Çiyayê Kato di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da werbigirin çûn Çiyayê Kato. Gêrîlayên HPG’ê cenazeyê gêrîla Erdem bi merasimekî leşkerî radestî gel kir.

Bi sedan welatî ji bo cenazeyê gêrîlayê HPG'ê Zekî Erdem (Cesur Ozan) ê ku par di pevçûna li Çiyayê Kato ya navçeya Elkê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da wergirin derketin Çiyayê Kato. Piştî malbata gêrîla Erdem zanî ku cenazeyê zarokên wan li Çiyayê Kato ye serî li Dozgerê Komarê yê Elkê dabûn û xwestibûn cenaze werbigirin. Malbata gêrîla Erdem, rêveberên MEYADER'ê yên Wanê, BDP û bi sedan welatî  bikarawnekî qelebalix ji bo cenazeyê gêrîla Erdem werbigirin duh serê sibê çûn Çiyayê Kato. Li navçeyê esnafan jî dikanên xwe girtin û li benda cenaze man. Bisedan kesên ku derketin Çiyayê Kato, li girên bilind bi alên PKK'ê ji aliyê HPG'ê ve hatin pêşwazîkirin.

GEL Û GÊRÎLA HEV HIMBÊZ KIRIN

Malbatên ku ji aliyê HPG'ê ve bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin, di pêşwazikirina HPG'ê ya germ de malbatan bi deqîqeyan gêrîlayên HPG'ê hembêz kirin. Girseyê bê navber silogana "PKK gel e, gel li vir e" û "Bijî serok Apo" û "Şehid namirin" qîr kirin. Girsê piştî cenaze bi merasimekê wergirtin komek ruyê wan girtî ala PKK'ê ya pir mezin, ala KCK'ê û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û meşiyan. Dîsa posterê gêrîla Erdem vekirin.

Girseyê ev meşa ciwanan bi çepikan pêşwazî kir. Di saetên nîvro de malbat meşiyan û hatin kontara Çiyayê Kato. Cenazeyê gêrîla Erdem di bin alên mezin û posterê Ocalan de wergirtin. Di merasimê de komek gêrîlayên HPG'ê cenazeyê gêrîla Erdem, bi darbestê ji Çiyayê Kato daxistin kontarê û bi merasimê radestî malbatan kirin. Gêrîlayên HPG'ê darbesta gêrîla Erdem danîn ser milê xwe û heta kontarê daketin. Darbesta gêrîla Erdem bi ala PKK 'ê hat pêçan û danîn qadek vala. Gêrîlayan piştre bi gulên rengîn darbest xemiland. Girseyê dûvre bi ala PKK'ê ya mezin û merasimek mezin cenazeyê gêrîla Erdem wergirtin.

FERMANDARÊ HPG’Ê: GÊRÎLAYÊN ME BI XWÎNA XWE EV XAK BIHOST BIHOST AVDANE

Gêrîlayan di dayîna cenaze de merasima leşkerî pêk anîn û ji bo gêrîlayê HPG'ê Erdem deqîqeyekê rêz girtin û gule avêtin. Di merasimê de Fermandarê HPG'ê Sîpan Rojhilat, axivî û wiha got: "Em di şexsê şehîd Erdem de soza ku em têkoşina azadiyê bilind bikin didin. Em dê heza azadiyê têbikoşin. Di pêvajoya vekişînê de peywira ku ketiye ser milê me em dikin. Em ji bo hevalê xwe yê pakrewan ê fedaiyê Serok Apo bi rêwî bikin em li vir in. Em hevalê xwe yê li dergûşa Azadiyê Botanê jiyana xwe ji dest daye bi rêwî dikin. Her kes dizane ku em piştgiriyê didin pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin. Heta ku ji destê me bê em dê hêzê bidin pêvajoyê. Hemû gelê me dizane ku hevalên di nava zor û zehmetiyên mezin de dijîn û şehîd dikevin. Bi polîtîkayên înkar û imhayê yên li ser gelê Kurd tên meşandin, hat xwestin ku gelê kurd tune bikin. Em îro şehîdê pakrewan birê dikin. Em bejna xwe li ber têkoşîn û doza hevalê xwe ditewînin û em li doza wî xwedî derdikevin. Gerîllayên me yên pakrewan ên di şerên mezin de jiyana xwe ji dest didin axa Botanê bihost bi bihost bi xwîna xwe avdane. Bikeda xwe xemilandine. Em hemû şehîdê xwe bi hurmetî bibîr tinin em soza têkoşînê didin wan."

Birayê gêrîla Erdem Nadir Erdem jî axaftina spasiyê kir û diyar kir ku, ew dê heta dawî girêdayî doza birayê xwe bin.

Pişti merasimê girê cenazeyê gêrîla Erdem wergirtin û cenaze anîn navçeya Elkê. Dema girsê cenaze wergirtin û derketin rê, gêrîlayên HPG'ê gelek gule berdan hewa û karwanê mezin bi rê kirin. Karwanê gêrîla Erdem li ser rê ji aliyê welatiyan ve bi girseyî û coşek mezin hat pêşwazîkirin. Cenazyê gêrîla Erdem li Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê bi siloganên "Şehîd namirin" hat pêşwazîkirin. Girseyê pitre cenaze radestî Dozgeriya Komarê ya Elkê kir. Hat zanîn ku, cenazeyê gêrîla Erdem bi helîkopterê şandin Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.