Gerîlaya PKK'ê Fîlîz Yerlîkaya bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn

Gerîlaya PKK'ê Fîlîz Yerlîkaya bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn

Gerîlaya PKK'ê Fîlîz Yerlîkaya bi navê kod Gulan Xerzan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi merasîmekê hat bîranîn.

Yek ji fermandarên gerîla Fîlîz Yerlîkaya ya di 7'ê Hezîrana sala 2002'an de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke leşkerî ve ji aliyê hevalên xwe ve hat bîranîn.

Di merasîmê de, di şexsê Yerlîkaya de, ji bo bîranîna têkoşerên di rêya azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz hat girtin.

Piştî merasîmê, hevala Yerlîkaya ya bi hev re man Şervîn Goyî axaftinek kir û destnîşan kir ku Yerlîkaya milîtaneke xwedî sekenek azad û mînakdar bû.
Yapılan törenin ardından Yerlikaya ile bir süre birlikte kalan silah arkadaşı Şervîn Goyi, bir konuşma yaptı. Yerlikaya’nın özgür duruşu ile örnek bir militan olduğunu söyledi.

Goyî di axaftina xwe de got, "Tasfiyekaran ji bo PKK'ê têxin destê xwe, hertim ketin nava hewldanan. Bi taybetî jî bi êrişkirina Xeta Azadiyê ya Jinê, xwestin bigihêjin vê armanca xwe. Ya ku herî zêde ev xet temsîl kir û qet serî netewand, hevala Gulan bû. Bêguman encama em ji vê şehadetê derxînin, bilindkirina têkoşîna şehîdan e."