"Gerîla pêşengê pêvajoya çareseriyê ye"

"Gerîla pêşengê pêvajoya çareseriyê ye"

Fermandara Biryargeha Navendî ya HPG'ê Delal Amed da xuyakirin ku wan di dema herî xurt a hêzên gerîla de, ji bo pêşveçûna têkoşîna demokratîk-siyasî gav avêtine û destnîşan kir, ku ewê ji niha û pê ve jî bi wêrekî berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bicih bînin.

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Delal Amed, rêveçûna pêvajoya çareseriyê ji ANF'ê re nirxand. Amed da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd, ji roja derketiye û vir ve bi gavên wêrekî û pêngavî, dîroka azadiyê ya gelê Kurd nekişandiye. Amed ragihand ku yek ji van gavan jî pêngava 1'ê Hezîrana sala 2004'an e, ku vê pêngavê di dîroka gelê Kurd de rê li ber serdemeke nû vekiriye. Amed bibîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêngava 1'ê Hezîranê weke pêngava duyemîn a 15'ê Tebaxê bi nav kiriye.

Fermandara Biryageha Navendî ya HPG'ê Delal Amed da xuyakirin, ku hêz û vîna çareseriya demokratîk a bi pêngava 1'ê Hezîranê û pêngava şerê gel ê şoreşgerî derketiye holê, rê li ber pêvajoyeke nû ya çareseriyê vekiriye.

Amed anî ziman, ku eger weke Tevgera Azadiyê vîn û hêza wan a serketina pêvajoya çareseriya demokratîk nebûya, wan pêngaveke bi vî rengî nedidan destpê kir û destnîşan kir, ku çareserî bi hêz û vîna hebûn û nasnameyê dibe.

Amed diyar kir ku ev yek nayê wê wateyê ku aliyê din ji çareseriyê re amade ye û xwedî projeyan û got, "Di rewşa heyî de dewleta Tirk û hukûmeta AKP'ê fêm kirine ku nikare tevgera azadiyê ya Kurd tine bikin, lewma neçar mane tevlî vê pêvajoya çareseriyê bibin. Têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê li hemberî dewleta Tirk û berxwedana destanî ya gerîla, rê li ber destpêkirina vê pêvajoyê vekiriye. Pêngava "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşînê ye. Hêzên me yên gerîla, ji bo pêşî li pêngava "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" vekin, bi hestiyarî û berpirsyariyeke mezin ji Bakurê Kurdistanê vekişiyane Herêmên Parastinê yên Medyayê. Pêngava "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" ji bo azadiya tevahiya gelên Rojhilata Navîn e. Ji lewra, bi têkoşîna hevpar a gelên li herêmê, pêvajo dikare bigihêje serketinê. Ji ber vê yekê gelê li herêmê xwedî li pêngavê derdikevin û tevlî têkoşînê dibin."

"LI KURDISTANÊ GERÎLA HER TIŞT E"

Fermandara Biryargeha Navendî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) Delal Amed di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku çawa pêngava 1'ê Hezîranê bi pêşengiya hêzên gerîla gihaşt encamê, pêngava "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" jî bi pêşengiya hêzên me yên gerîla dimeşe û wê bi sekna têkoşînê ya gerîla bigihêje encamê. 

Amed da xuyakirin ku têkoşîna 40 salan a li Kurdistanê ev rastî derxistiye holê; "Li Kurdistanê gerîla her tişt e. Navê hêviya jiyanê, vînbûyîn û bi destxistina nasnameyê ya gelekî ye. Ji bo gelê Kurd û gelên herêmê, nefes girtin û dayîn jî bi saya hebûna gerîlayên Kurdistanê ye. Bi vekişîna gerîla ji Bakurê Kurdistanê re, hin hêz dibêjin ku di vê pêvajoyê de rola gerîla nemaye. Ev têgihiştin û nêzîkatî gelekî şaş in. Eger têkoşîna gerîla nebûya, şert û mercên pêngava çareseriya demokratîk lê bê avakirin û meşandin, nedibû. Eger gerîlayên Kurdistanê nebûya, hebûna pirsgirêka Kurd jî li Tirkiyê nedihat bilêvkirin."

"TU XWEDÎ HÊZ BE, TUYÊ KARIBÎ SIYASETA DEMOKRATÎK BIMEŞÎNE"

Fermandara HPG'ê Delal Amed ragihand ku eger îro çareserî tê nîqaşkirin û rêbazên çareseriya demokratîk û siyasî tên axaftin, ev bi hebûna gerîla û hêza berxwedanê ya gerîla derketiye holê. 

Amed da xuyakirin ku ji niha û pê ve jî eger hêza te hebe, tu dikarî têkoşîna çareseriya demokratîk û siyasî bimeşîne û got, "Diyalog û danûstandin, bi kesên xwedî hêz re tê kirin. Hêza gelê Kurd, Rêberê wê û gerîlayê wê ye. Gerîla di cihê pêwîste de wê bibe pêşengê hêza berxwedanê û di cihê pêwîste bibe pêşengê pêşveçûna çareseriya demokratîk. Eger weke gerîla me hêza xwe ji Bakurê Kurdistanê vekişandin, ev tê wê wateyê ku em xwedî hêza têkoşîna siyasî û demokratîk in."

"STATUYA XWESER-SIYASÎ YA LI ROJAVA, BANDORÊ LI TEVAHIYA HERÊMÊ DIKE"

Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Delal Amed bal kişand ser şoreşa li Rojavayê Kurdistanê jî û destnîşan kir, ku şoreşa li Rojava di encama keda bi salan a Rêberê me û rêxistinbûyîna gelê me ya li ser vê bingehê, pêk hatiye. Amed destnîşan kir, ku di encama vê rêxistinbûyînê de Rojavayê Kurdistanê bûye xwedî statuya xweser-siyasî. 

Amed da xuyakirin ku pirsgirêka azadiyê ya gelê Kurd, ji bo dewletên li herêmê di asteke diyarker de ye û got, "Statuya demokratîk-xweser a li Rojava xwedî wê hêzê ye ku bandorê li tevahiya Kurdistanê bike. Dewletên herêmê jî, di haya vê rastiyê de ne, lewma ji çareseriyê bêtir ti şensê wan nemaye. Ji ber vê yekê, li Bakurê Kurdistanê çareserî xwe ferz kiriye û hêzên gerîla jî bi pêngava şerê gel ê şoreşgerî, bingeheke ji bo çareseriyê afirandine. Ji xwe li ser bingeha van deskevtiyan, îro têkoşîna demokatîk û siyasî tê meşandin.