Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Gerîla Gîvera li Şengalê hat veşartin

Gerîla Gîvera li Şengalê hat veşartin

Gerîlayê HPG'ê Şaxavan Îsmaîlî Riza Hesen,  bi nasnav Gîvara Şemsî yê di sala 1995'a de li bajarê Qeladize yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû, ku di 29'ê Îlonê de di şerê navbera gerîlayên HPG û çateyên DAIŞ'ê yê li gundê Digurê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Kersê yê çiyayê Şengalê li gorî urf û adeta Êzidiyan hat veşartin.

Roja 29'ê Îlonê di şerê di navbera gerîlayên HPG û çeteyên DAIŞ'ê yê li gundê Digurê de gerîlayê HPG'ê Gîvara Şemsî jiyana xwe ji dest dabû. Şemsî roja 30'ê Îlonê li gundê Kersê yê Şengalê li gorî urf û adeta Êzidiyan hat veşartin. Cenazeyê gerîla Şemsî duh danê sibê bi konvoyeke mezin ji gundê Digurê hat wergirtin û anîn gundê Kersê.

Di merasîma cenaze de ji Fermandarên HPG'ê yên Şengalê Dilgeş Soran, ji rêveberên TEVDA'yê Seîd Hesen Seîd, ji fermandarên YBŞ'ê Berfîn Soran, Neteweyî Efrîn, gelek gerîlayên HPG û YJA STAR'ê û Êzidî amade bûn.

Fermandar Dilgeş Soran di axaftina xwe ya li merasîmê de got, "Hevalê me Gîvera bi lehengî û fedekarî têkoşiya. Ji ber vê yekê em ji çeteyan û yên bi çeteyan re tevdigerin re dibêjin, heta xaka Kurdistanê azad bibe wê têkoşîna me dewam bike. Em dibêjin divê ji vir keç û xortên vê xakê tevlî têkoşînê bibin û Yekîneyên Berxwedana Şengalê mezin bikin. Divê ev berxwedan li her cihî bê mezinkirin. Li vir, li vê xaka pîroz, di rêya şehîdên xwe de em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoş in, em ê ti carî koledariyê qebûl nekin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê gelê me yê Şengalê nîşan daye. Em ê çanda berxwedanê li vir biparêzin û bidomînin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê vî gelî biparêzin. Em bang li tevahiya ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê li ciwanên Êzidî dikin ku tevlî refên YBŞ'ê bibin. Û em vê jî lê zêde dikin; êrîşên DAIŞ'ê hêdî hêdî dişkên. Ji bo pêşîgirtina li van êrîşan divê yekîtiya Kurdan bê avakirin û em bi vê yekîtiyê parastina xwe bikin. Em careke din dibêjin ku em ê di rêya hevalê xwe Gîvera û hemû şehîdan de bimeşin û têkoş^na wan, heta azadkirina Kurdistanê dewam bikin."

Li dû axaftina Soran gerîlayan û civata Êzidî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Şehîd Namirin" qîriya. Li dû dirûşman rêveberê TEVDA'yê Seîd Hesen Seîd mafê axaftinê wergirt û got, "PKK'ê ji bo parastina gelê Kurd û civaka me ya Êzidî berdêlên giran da. Îro jî em li vir şehîdekî xwe radikin. PKK heta niha fermana Rêber Apo bicih tîne ku Rêber Apo gotibû, 'Divê civaka Êzidî bê parastin. Eger civaka Êzidî tine bibe wê gelê Kurd tine bibe. Eslê gelê Kurd civaka Êzidî ye. Ji ber vê yekê civaka Êzidî di tevahiya dîrokê de rastî komkujiyan hat.' Başî û qenciya Rêber Apo û hevalê Şehîd Gîvera kirî, ji bo deyneke. Ji bo vê jî divê çeka hevalê şehîd bê rakirin. Divê em navê hevalê xwe yê şehîd li zarokên xwe bikin. Heval Şehîd Gîvera ji Silêmaniyê hat ji bo civaka Êzidî rizgar bike û li vê xaka pîroz şehîd ket. Şehadeta vî hevalî ji bo malbata wî rûmeteke. Ji bo me rûmeteke. Ji ber vê yekê em xwedî li têkoşîna vî hevalê xwe derkevin."

Li dû axaftinan dûayên Êzidiyan hatin xwendin. Piştre jî cenazeyê gerîlayê HPG'ê Gîvera Şemsî ji aliyê hevalên wî ve bi dirûşman hat veşartin.