Gelo Pûtîn wê Komarên Gel ên Donbassê nas bike?

Herêmên rojhilatê Ûkraynayê ku tevî agirbestê jî çareseriyek jê re nehatiye dîtin, dibe ku ji aliyê Rûsyayê ve bên naskirin. Hin gotinên Serokdewlet Pûtîn weke ku serxwebûna herêma Donbassê wê were erêkirin, hatin şîrovekirin.

Herêmên rojhilatê Ûkraynayê ku tevî agirbestê jî çareseriyek jê re nehatiye dîtin, dibe ku ji aliyê Rûsyayê ve bên naskirin. Hin gotinên Serokdewlet Pûtîn weke ku serxwebûna herêma Donbassê wê were erêkirin, hatin şîrovekirin.

Beşek ji bernameya bi navê 'Maratona pirsan a TV' ya roja Pêncşemê ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn beşdar bû, duh êvarê hat weşandin. Di bernameyê de bersiva Pûtîn a ji bo pirseke li ser 'Komarên Gel' ên li herêma Donbassê anî ziman, weke naskirina serxwebûna van herêman hat şîrovekirin.

Li ser serxwebûna komarên gel ên Donetsk û Lûhansk ên li Donbassê Pûtîn got, "Di vê mijarê de ez ê tiştekî nebêjim. Ji ber ku her tiştê were gotin dikare kontraproduktîf be. Em ê bi baldarî li rastiyên di nava jiyana rast de derkevin holê, binêrin."

Van gotinên Pûtîn rê li ber şîroveyên 'Eger agirbesta li rojhilatê Ûkraynayê i temamî xera bibe, helwesta Pûtîn wê li aliyê naskirina serxwebûnê be' vekir. Pûtîn ku ji bo herêmên Donetsk û Lûhanskê heta roja îro digot 'Başûrrojhilatê Ûkraynayê' di bernameya roja Pêncşemê de gotina 'Komarên Gel ên Donetsk û Lûhankê' bikar anî bû.

Serokdewletê Rûsyayê di bernameya roja Pêncşemê de her wiha destnîşan kiribû ku divê der heqê çarenûsa herêma Donbassê de gelê herêmê xwedî mafê gotinê be. Pûtîn gotibû, "Der heqê daxwaza jiyana bi kê û bi çi rengî re, wê gotina dawî mirovên li van herêman bêjin."

Serokwezîrê Komara Gel a Donetskê Aleksander Zakharçenko jî dabû xuyakirin ku herêm ji referandûmeke nû re amade ye. Li Donetsk û Lûhanskê, ji sedî 89 û 96 ê beşdarên referandûmên Gulana 2014'an dengê xwe ji bo serxwebûnê bikar anî bûn.

Her du referandûmên par hatin kirin ji aliyê Rûsyayê ve bi awayekî fermî nehatibû naskirin lê belê hatibû gotin ku ew ê "hurmetê nîşanî encamên referandûmê bidin."