Gelê Yeşîlyurt: Bila kes bi tenduristiya me nelîze
Gelê Yeşîlyurt: Bila kes bi tenduristiya me nelîze
Gelê Yeşîlyurt: Bila kes bi tenduristiya me nelîze
Welatiyên taxa Yeşîlyurt ku li taxa xwe îstasyona bazê naxwazin gotin: “Bila bi avakirina îstayonên bazê, bi tendustiya me nelîzin.”
Şêniyên ji Zaviya Meletiyê û taxên derdorê hatin ji bo ku îstyonên bazê bên kirin rê li trafîkê girtin.
Welatiya îstasyonên bazê protesto kirin û li gel li cadeya Yeşîlyurt nêzî nîv saetê rê li trafîkê girtin. Gel dirûşme qîrkirin û pankart vekirin. Gel diyar kir ku, bila bi avakirina îstasyonên bazê bi tenduristiya me nelîzin. Her wiha li ser navê şêniyên taxê daxuyaniyek hat dayîn û zirarên îstasyonên bazê yên li ser tenduristiya gel vedike rêz kirin.
*Zirarên mîkrodalgayên elektromanyetîkê (MD)
*Ev pêlên elektromanyetîkê herî zêde bandorê li ser zarok, jinên ducanî û kal û pîran dike. Bi taybet li ser zarokan dibe sedema nexweşiya losemî û tumora mêjî.
*Dibe sedema ku hucre bi pençeşêrê keve
*Rê li ber texrîbata pergala sînîr dike
*Dibe sedema xerabûna perala xweperastinê
*Dibe sedema xerabûna hormonan
*Di mêran rê li ber nexweşiyan vedike
*Rê li ber texrîbata çavan vedike
*Dibe sedema gelek xweşiyên wek tansiyon, sînîr, bê xewî.