Gelê Rihayê wê ji dewletê re bêjin ‘Tu jî gav bi avêje’
Gelê Rihayê wê ji dewletê re bêjin ‘Tu jî gav bi avêje’
Gelê Rihayê wê ji dewletê re bêjin ‘Tu jî gav bi avêje’
Ji bo meşa roja yekşemê ya di pêşengiya Rêxistina BDP’ê ya Rihayê de banga tevlîbûnê hat kirin û belavok hatin belavkirin.
Rêxistina BDP’êya Riha, ji bo meşa roja yekşemê bidirûşmaya “Ji bo jiyaneke birûmet tu jî gavekê bi avêje”bi awayekî girsey îxwe amade dike.
Komeke qelebalix ku di nav de Hevseroka BDP’ê ya Leyla Akça, Endamê Meclîsa BDP’ê ya Riha Seîd Uçlu jî hebûn, heta Bulvara Ataturk belavokên destan belavkirin û ji bo tevlîbûna meşê bangawazî li gel kirin. Leyla Akça da xuyakirin ku meş di 16’ê Hezîranê roja yekşemê saet: 16.00'an ji Parka Alî Şellî wê destpê bike û got "Gerîlla gava vêt. Êdî pêwîste hukûmet jî gav biavêje. Em ê roja yekşemê bi gelê xwe re ji dewletê re bêjin, ‘Tu jî gav bi avêje.’
Akça, destnîşankir meşa ku parlamenterên BDP'yî jî wê tevlî bibin, li ber Navenda Kar a Karakoyun wê bi dawî bibe.