Gelê Hollandayê ji bo peymana hevkariya bi Ûkraynayê re got 'Na'
Gelê Hollandayê, peymana hevkariyê ya navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Ûkraynayê red kir.
Gelê Hollandayê, peymana hevkariyê ya navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Ûkraynayê red kir.
Gelê Hollandayê, peymana hevkariyê ya navbera Yekîtiya Ewropa (YE) û Ûkraynayê red kir.
Rêjeya tevlîbûnê ya li referandûma li ser Peymana Hevkariyê ya navbera Yekîtiya Ewropa û Ûkraynayê bi tenê ji sedî 32 bû. Piraniya welatiyên tevlî referandûmê bûn jî peyman red kirin.
Li gorî encamên ji sedî 70 ê sindoqan derketî, ji sedî 38,2 ê beşdaran dengê 'erê', ji sedî 61 jî dengê 'na' bi kar anîn.
Ji bo referandûm derbasdar be, divê herî kêm ji sedî 30 ê hilbijêran biçin ser sindoqan. Ev rêje kêm be jî hat derbaskirin û ji sedî 32 ê hilbijêran deng bi kar anîn.
Bajarên ku di asta zêdeyî ji sedî 50 de dengê 'erê' ji bo peymana hevkariya bi Ûkraynayê re bi kar anî, Amsterdam, Gronnîngen û Wagenîngen in.