Gelê Geverê ber bi Qereqola Rehmo meşiya
Gelê Geverê ber bi Qereqola Rehmo meşiya
Gelê Geverê ber bi Qereqola Rehmo meşiya
Gelê Geverê ber bi “Konê Çareseriya Demokratîk” ê li Girê Rehmo yê li herêma Dostkî hatiye vedan meşeke girseyî pêk anî. Di meşê de nerazîbûn li hemberî tevgera leşkerî ya di pêvajoya çareseriyê de hat nîşandan û peyama “Heta ev leşker ji gir danekevin em dest ji vir bernadin dan.”
Ji aliyê rêxistina BDP’ê ya Geverê ber bi Girê Rehmo yê bi qasî 35 kîlometreyan ji Geverê dûr e meşeke girseyî hat organîzekirin. Şaredarê Geverê Ercan Bora, Şaredarê Bajêrgehê Hurşît Altekîn, Endamê Meclîsa Partiyê yê BDP’ê Abîdîn Enîş, Serokê BDP’ê yê Colemêrgê Rehmî Kurt, Serokê BDP’ê yê Geverê Naîl Durmaz, Serokê BDP’ê yê Şemzînan Cabbar Taş, endamên rêxistinên BDP’ê yên Colemêrg û navçeyên wê û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê jî ku di nav de bûn bi sedan kes, heta cihê qereqol lê bi awayekî kortej meşiyan. Di meşê de dirûşmayên “Silav silav ji Îmrali re hezar silav”, “PKK gel e gel li vir e” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
Di vê navberê de leşkeran li derdora qereqola ku 10 kîlometreyan ji kon dûr e çemberek çêkir.
Dayika Mugdat Ugur Çavmak ê di mehên borî de li gundê Glord pêl mayînê kir û jiyana xwe ji dest da Helîma Çavmak bang li leşkerên ku li derdora qereqolê çember çêkirin kir û got, “Ma dayik û bavê we nîn in? Çima li we xwedî dernakevin? Çima Erdogan kurê xwe naşîne vir, lê we dişîne? Çima êdî hûn ji vê re nabêjin na, ma ne heyf e? Êdî dest ji van çiyayan berdin, ev çiyayên Kurdistanê ne, tu karê TC'ê li vir nîn e.”