"Gelê Botanê rê nade dek û dolabên AKP'ê"
"Gelê Botanê rê nade dek û dolabên AKP'ê"
"Gelê Botanê rê nade dek û dolabên AKP'ê"
Li bajarokê Şêxê Reş ê Şirnexê, bi hezaran kes li dijî tevgera leşkerî, çêkirina qereqol û bendavan bendên leşkerî derbas kirin û li qada qereqol lê were çê kirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li vê derê de hat destnîşankirin ku gelê Botanê wê destûrê nede lîstikên AKP'ê.
Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê bi hezaran kes bi boneya avakirina qereqola li Bajaroka Şêxê Reş şermezar bikin û destûr nedin qereqol bê avkakirin meşek pêk anîn. Bi hezaran kesên ji Şirnex, navçe û bajarokên wê, li Bajarokê Şêxê Reş kom bûn û li gel endam û rêveberên ÎHD, DOKH, MEYA-DER, Înîsiyatifa Dakiyên Aştiyê û saziyên sivîl ên civakî xwestin bimeşin qada ku qereqol lê tê avakirin. Lê destpêkê leşkeran bend danîn pêşiya girseya gel û hewl dan meşa girseyê asteng bikin.
Lê belê girseya gel, benda ji TOMA, maşînên zirxî û hejmareke zêde leşkeran derbas kir û ber bi qada qereqolê ya 5 kîlometre dûrî Bajarokê Şêxê Reş e dest bi meşê kir.
Rayedarên leşkerî diyar kirin ku li ser biryara Walî destûr nadin ku bimeşin qada qereqolê. Lê BDP'ê û ÎHD'ê li dijî biryarê israr kir û meşa xwe berdewam kir. Girseya ku heta qada qereqolê meşiyan li vir daxuyani da û diyar kirin ku dê destûr nedin avakirina qereqolan. Li herêmê bê navber helîkopter li ser girsê difirin û bi hezaran kes dirûşmên "Bijî serok Apo" berz dikin.
Bi hezaran welatiyên ku meş pêk anîn, bendên leşkeriyê ji pêş xwe rakirin û meşa xwe berdewam kirin. Kal, pîr û kesên nexweş ku di bin germê de meşiyan zahmetî kişandin, lê dîsa heta dawî meşa xwe berdewam kirin. Girseyê ji bo maşîneyên zirxî û TOMA asteng bike li ser rêya asfaltê kevirên mezin danî û dîsa meşa xwe dewam kirin. Di meşê de kesên di înşaeta qereqolê de dixebitîn karê xwe betal kirin. Ji 23'emîn Fermandraya Tumena Sînor a Cendirmeyan 2 helîkopterên Skorsky sewqî herêmê hat kirin. Girsê piştî meşa dirêj hatin qada înşeata qereqolê û li vir daxuyanî da çapemeniye. Girsê alên PKK'ê bi dîwarên qereqolê dakirin û li ser navê girseyê Hevserokê BDP'ê yê Şirnexê Bakî Katar, daxuyanî da. Katar anî ziman ku ev pêvajoya çareseriyê ji bo her kesî firsendek dirokî ye û dê destûr nedin avakirina qereqolan.
Katar wiha axivî: "Em wekî gelê Botanê destûr nadin sermiyedarên ku hevkariya AKP'ê dike û ji bo rantê li vir qereqolan ava dike. Em destûr nadin ku ev çiya talan bibe. Em destûr nadin ku di vê pêvajoya vekişînê de qerepol bên avakirin. Ger ku gerîlla vedikişe jî dê gelê kurd li vir heta dawî nobetê bigire. Em gelê Botane destûr nadin avakirina qereqolan"