Gelê binarê Qendîl komisyona Aqilmendan vexwende Qendîlê
Gelê binarê Qendîl komisyona Aqilmendan vexwende Qendîlê
Gelê binarê Qendîl komisyona Aqilmendan vexwende Qendîlê
Duh gundiyê gundê Enzê yê binarê Qendîlê di derbarê Aqilmendan de daxuyaniyek da çapemeniyê. Xelkê binarê Qendîl got; “Em weke niştecihê binarê Qendîlê careke din bi destpêkirina pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve destpê kiriye, dilşadîn û heyeta Aqilmendan vedixwînin Qendîlê.”
Di daxuyaniya duh ku xelkê binarê Qendîlê li gundê Enzê ragihand, da diyarkirin ku, ji bo şopandina herêma binarê Qendîlê ger komîsyonên Aqilmend û Şopandina Pêvajoyê neyên jî ew amadene ku biçin wir û agahiyan bidin wan. Her wiha di daxuyaniyê de îmzeyên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatine berhev kirin hatin aşkera kirin.
Daxuyaniya ku ji aliyê memoste Wirya ve hate xwendin wiha hate gotin; “Ji bo hemû raya giştî û alîgirên demokrasî û aştiyê, ji bo hemû komisyona Aqilmend û komisyona şopandina pirsgirêka Kurd. Heyanî niha binarê Qendîl wêneyek ji şoreş û dergûşa şoreş û şoreşgeran re kiriye. Ji ber vê ew her dem bûye mertalê parastina kurdan û gihandina armancên xwe yên neteweyî û siyasî. Lê weke her kes dizane ku binarê Qendîl çend caran hatiye wêrankirin û çend zarok di vê riyê de bûne qurban û şehîd ketine. Bi taybet di sala 2007’an de ji aliyê belafirên şer yên dewleta Tirk û heyanî sala 2013’an bi berdewamî êrîşên hewayî pêk hatine. Di encama van êrîşan de bi sedan zarok şehîd û birîndar bûne, êrîşkirina ser dibistanan, navenda ciwanan û şewitandina rez û baxê niştecihên vê herêmê. Divê bi riya peyama ku Rêberê Gelê Kurd daye, dawî li kuştin û xwîn rijandinê were. Ji ber vê em dawa li dewleta tirk dikin ku çawa PKK dest bi gavên cidî li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye, yek ji mijarên herî girîn û bi wate jî ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd azad kirina Rêber APO ye û bersîv dana dewleta Tirk ya vê pêvajoyê ye.”
EM HEYETA AQILMENDAN VEDIWÎNÎN QENDÎLÊ
Gundiyên Qendîlê di daxuyaniya dayî de komisyona Aqilmend û şopandina pêvajoya çareseriyê vexwendin Qendîlê û wiha ragihand; “Di encama ewqas êrîşên ku li ser vê herêmê pêk hatine de, em Komisyonên Aqilmend û Komisyona Şopandina Pêvajoya Çareseriyê vedixwînin binarê Qendîlê. Ji bo ji nêz ve ji wendahiyên aborî, menewî û giyanî agahdar bin, ji ber vê herêmê ji êrîşên hewayî ya dewleta Tirk heyanî çi radeyê bandor bûye bizanin. Na ger ev herdu komisyon neyê herêma me, em amedene ku li ser navê gelê binarê Qendîlê biçin serdana van herdu komisyonan û hemû zirar û wendahiyên ku di van salan de pêk hatine bi riya belgeyên fermî bidin wan.”
QENDÎLIYAN RÊJEYA ÎMZEYÊN XWE EŞKERE KIRIN
Her wiha di daxuyaniya çapemeniyê de di derbarê encama kampanya îmzeyan yan ku li binarê Qendîlê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dest pê kiribû jî agahî hatin dayîn û wiha hate gotin; “Em li ser navê Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) ya binarê Qendîlê spasiya hemû gelê xwe dikin, ji ber pêwîst bû ku li vê herêmê 10.000 îmze werin komkirin, lê belê îmzeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd gihîşte 15.000’an.”
Di daxuyaniya çapemeniyê de jina bi navê Ronahî Rênas ya ji gundê Bûkrîskan jî wiha got; “Ez weke jineke ji binarê Qendîlê bangawaziya min ji Aqilmendan re heye ku werin û serdana herêma me bikin. Ji ber em bi salane di bin êrîşên hewayî û topan de dijîn, me gelek tiştên xwe wenda kirin. Ger ew neyên jî em amedene ku em biçin û em serdana wan bikin. Her wiha ez li ser navê hemû jinên binarê Qendîlê spasiya hemû kesên îmzeya xwe dane ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikim. Ji ber ev erkê hemû gelê Kurd e. Rêjeya ku îro derketiye holê îfade dike ka gelê kurd bi rêberê xwe ve çiqasî girêdayî ye.”
EM DIXWAZÎN DI VÊ PÊVAJOYÊ DE PIŞTGIRIYA BIRAYÊN XWEYÊN BAKÛR BIKIN
Her wiha memoste Wirya jî nêrînên xwe di derbarê wendahiyên vê herêmê de anîn ziman û wiha got; “Weke tê zanîn ji pêvajoyên ku rejîma Beas li ser herêmê dagirker bû û heyanî sala 2013’an ji aliyê balefirên şer yên dewleta Tirkan êrîş li ser herêmê pêk hatine. Ji ber vê em weke gelê vê herêmê me dît ku pêwîste komisyoneke dîplomasî were avakirin, vê komisyonê jî hemû xusar û ziyanên ku li ser herêmê pêk hatine lêkolîn kirine û niha weke belge ew di destê me de ne. Li ser vî bingehî me pêwîst dît ku em peyamekê bidin dewleta Tirk. Ji ber peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza îsal de daye, bûye wesîle ku hêviyên me hîn xurtir bike. Armanca me ji vê daxuyaniyê jî em bikarin girêdana xwe heyanî dawiyê ji vê pêvajoyê re nîşan bidin. Ji ber armanca me ew e ku komisyona şopandina pirsgirêka Kurd û Aqilmend werin û li vir jî karê xwe bikin ji ber binarê Qendîlê jî yek ji herêmên ku pir bedelê vê şerî dane.”
EM JI BO HEVDÎTİNÊ AMADENE
Her wiha mamosta Wirya di berdewamiya axaftinên xwe de anî ziman ku, “Em jî weke niştecihên binarê Qendîlê amedene ku em serdana dewleta Tirk bikin û em li gel herdu komisyonan jî hevdîtinê pêk bînin. Armanca me ya herî bi hêz jî ew e ku em weke gelê Qendîlê ji nêz ve li gel gelê xwe ya Bakûrê Kurdistanê bin bi taybet di vê pêvajoyê de yekîtiya xwe nîşan bidin. Ji ber gelê me yê Bakûrê Kurdistanê bi salane êş û jana şer dikşîne ev herêma me jî di heman astê de zilma neyar û dagirker dîtiye. Ji lewma em dixazîn hemû pêvajoyên ku me jiyankiriye bi hev re par bikin û di heman demê de jî em dixwazin bi vê yekê piştgiriya xwe ji pêvajoya heyî re nîşan bidin.”
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BI AZADIYA RÊBER APO VE GIRÊDAYÎ YE
Di dawiya daxuyaniyê de mamosta Wirya got: “Em dixwazin ku dewleta Tirk rêz ji ewqas îmzeyên ku hatine komkirin re bigire, ji ber hate dîtin ku li hemû deveran rêjeya îmzeyên ku tên xwestin hatine derbas kirin. Îro li binarê Qendîlê jî heman tişt çêbûye. Ji ber vê pêwîste hemû kes girîngiya çareserî, demokrasî û biratiya di navbera gelan de demek beriya demekê nas bike û pêk bîne. Ji ber çareseriya vê pêvajoyê bi azad bûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.”