Gelê Bêdlisê ji ber yekîneya kontra ya ji 3 kesan bi fikar e

Gelê Bêdlisê ji ber yekîneya kontra ya ji 3 kesan bi fikar e

Hat ragihandin, li Bêdlisê yekîneyeke kontra ya ji 3 kesan bi kincên gerîla digere û nasnameyan kontrol dike. Gelê herêmê ji vê rewşê bi fikar e.

Tîma kontra ya 3 kesan ku çend roj berê li gundê Hevrîs ê Bêdlisê hewl da şivanekî birevînin, duh jî li gundê Zeviya Sor a herêma Geliyê Şêx Ciman xwe nîşan da.

Li gorî daxuyaniya şahidan, bûyer duh saet li dora 18.30 û 19.00'an de rû da. Li navçeya Sêrt Hawêlê, mînîbuseke ku tê de li gel jinan 15 kes hebûn û ji bazara ji bo meha Remezanê vedigeriya, gava 10 kîlometre navçe bihurand, ji aliyê 3 kesên dest bi çek ve hat sekinandin. Hersê kesên rûyê wan vekirî bû û bi kurdiya li herêmê tê axaftin diaxivîn, piştî mînîbus sekinandin, mêrên di wesaîtê peya kirin û nasnameya wan kontro kirin. Piştî kontrola nasnameyê, hersê çekdarên kincê gerîla li xwe kiribûn, 9 mêrên rêwî bi xwe re birin qada daristanî ya 100 metre dûrî mînîbusê. Şahidekî da xuyakirin ku li nava daristanê ji wan pirsên 'hûn ji ku derê tên, we çi kirîne' hatine kirin û belasebeb li wan xistine. Şahid destnîşan kir ku ew kesên mijara gotinê teqez ne gerîla bûn. Şahid ragihand ku ew berê rastî gerîla hatibû, lewma axaftin û helwesta van kesan qet naşibe ya gerîlayan. Şahid ragihand ku hersê kesên mijara gotinê, bêyî ji wan re tiştekî bêjin, ji cihê bûyerê dûr ketine.