Gel sibê li Fîsê ye
Gel sibê li Fîsê ye
Gel sibê li Fîsê ye
Bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kuristanê (PKK) 27’ê Mijdarê gel ji bo pîrozbahiyan sibê diçene Fîsê.
Her sal kurd salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 27'ê Mijdarê, li çar parçeya, Ewropa û Herêmên Parastina Medya bi girseyî pîroz dikin. Pîrozbahiya herî girseyî jî li cihê ku PKK hatiye damezirandin tê kirin. Ligel hemû astengiyan kurd hema hema her sal berê xwe didin gundê Fîsê û li vir hem pakrewanên ku di wê civîna damezirandinê de cih girtine bibîr tînin, hem jî bi coşeke mezin li partiya xwe xwedî derdikevin.
Bi vê boneyê BDP’a Amedê ji bo vê şahî û pîrozbahiyê xebatê xwe berdewam dike. Tê gotin ku heya niha BDP’ê 200 hezar belavokê bangewaziyê belav kiriye. Dîsa li gelek kolanan afîş hatin daleqandin. Li kolanên sereke jî BDP’ê pankartên mezin daleqandin. Di pankartên ku bi kurdî û tirkî hatine amade kirin de ev bangewazî hat kirin: “Em ê bi şiyara rizgariya demokratîk, jiyana azad ji bo afirandina rojên azad li Deşta Fîsê Cejna Vejînê pîroz bikin. Tevahiya gelê me vexwendî ye.”
Ligel parlamenter, şaredar û hilbijêrên BDP’yî, ji hunermendan jî dê Koma Hemdem, Koma Çiya, Demhat Botan, Ronî Erez, Firat Med, Nûdem û Koma Jiyara beşdarî pîrozbahiyê bibin. Wesayit sibê dê saet di 11.00’an de li ber avahiyên BDP’a bajêr û navçeya hereket bikin. Saet li 13.00’yan jî dê li gundê Fîsê bername dest pê bike.