Gaziya Kurd Şehnaz Hesen jiyana xwe ji dest da

Gaziya Kurd Şehnaz Hesen jiyana xwe ji dest da

Gaziya Kurd Şehnaz Hesen, ku di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de birîndar bû û piştre hat Elmanyayê, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Şehnaz Hesen şeva Çarşem bi Pêncşemê ve girê dida, saet di 01.00 de gava ji bo emeliyatê rakirin nexweşxaneyek li bajarê Essenê, jiyana xwe ji dest da.

Hesen a ji Rojavayê Kurdistanê, piştî ku di sala 1995'an de birîndar bû, hat Elmanyayê û ji wê demê û vir ve li Elmanyayê dijiya. Tê payîn, cenazeyê Hesen bişînin Qamişloyê.