‘Gava aştî hat, nabe Ocalan li zîndanê be’
‘Gava aştî hat, nabe Ocalan li zîndanê be’
‘Gava aştî hat, nabe Ocalan li zîndanê be’
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşveçûneke xwezayî ya pêvajoyê ye û got, "Nabe ku lîderekî ji bo aştiyê biryarên bi rîsk digire, di girtîgehê de bimîne."
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji NÛÇE TV re axivî û bersiv da pirsên Erdal Er, Ceyda Karan û Gunay Aslan. Karayilan di vê beşa hevpeyvîna xwe de der heqê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê, amadekariyên konferansa netewî û rewşa guherî ya li herêmê de, nêrînên xwe anî ziman.
Karayilan diyar kir ku peyama Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federal Mesûd Berzanî ya ji bo kongreya KNK'ê girîng e û got, "Ev peyam wê rê bide piştgirî û bi taybetî jî aştiya navbera Kurdan." Karayilan ji bo Rojavayê Kurdistanê got, "Rojava, ne çavkaniya pirsgirêkê, lê berovacî atmosfera şoreşê ya li wir, dikare bandoreke erênî li yekitiya Kurdan bike."
- Bi serbestberdana Ocalan re, hûn qonaxa 3. bi awayekî zelal destnîşan dikin û dibêjin herdu rewş bi hev re dimeşin. Lê ev yek li Tirkiyê weke şertekî destpêkê tê fêm kirin. Hûn vê şertê destpêkê dikarin çawa vekin? Gelo Ocalanekî azad wê xuya bike? Yan jî ev pêvajo wê pêş de neçe?
Em vê rewşê, ne weke şertekî destpêkê, lê weke pêşveçûneke xwezayî ya pêvajoyê dibînin. Hûn dikarin vê bifikirin? Ewê bibe lîderekî gel, di dilê bi milyonan mirovan de cih bigire, bi girtina biryarên herî rîskdar re aştiyê bîne, di demokratîkbûyîna Tirkiyê de rola sereke bileyze, aştiyê bibe, çekê rabe, herkes wê di nava aştiyê de bijî, lê yê aştî aniye wê li zîndanê bimîne. Hûn dikarin tiştekî weha bifikirin? Ev berovacî xwezaya pêşketinê ye. Ya em dibêjin, ew pêvajoya asayîbûnê, pêvajoya dawî ye. Em behsa pêvajoyeke ku civakê li hev kiriye, herkes azad bûye, çek bi temamî ji dewrê derketiye, mirov êdî hevdu qebûl dikin, hevdu efû dikin, bi rûbirûbûna paşerojê re bi hev re bingeha pêşerojê ava diafirînin, dikin. Pêvajoya normalbûyînê ev e.
AZADIYA RÊBER APO WÊ AŞTIYÊ BÎNE
- Gelo ji ber jiholê rakirina çekan nehat destnîşankirin, têgihiştineke bi vî rengî derket. Yanî çek wê neyê danîn, heta Ocalan serbest were berdan, dûre çekê were danîn. Bi vî rengî hat fêm kirin.
Nexêr. Pêşketinên di çarçoveya projeyeke beranber de dikare bimeşe. Em vê nabêjin; Divê destpêkê Rêbertî azadi bibe, dûre çek were danîn. Em dibêjin, ji xwe ev wê gav bi gav bimeşe. Niha jî, dewamkirina pergala Îmraliyê li pêşiya pêvajoyê asteng e. Çima asteng e? Pêvajoya ji ser Îmraliyê tê meşandin. Di navenda pêvajoyê de Rêber Apo heye. Rêber Apo di bin tecrîdê de ye. Hînê parêzer nikarin biçin, malbat nikare wî bibîne. Evê çawa çê bibe? Ev ne nakokî ye? Eger ew lîderekî aliyekî temsîl dike, ew saziyeke, saziyekê temsîl dike, hingî divê şêwirmendên wî hebin, yên pê re hevdîtinê bikin hebin, heyet karibin biçin gel wî ku hevdîtin wekhev be û bi wî rengî danûstandin bên kirin.
Lewma azadiya Rêber Apo wê aştiyê bîne Tirkiyê, gelê Kurd jî azad bike. Bi vê ve girêdayî, wê rê li ber destpêkirina pêvajoyeke girîng veke. Ji bo rêveçûna pêvajoyê divê şert û mercên heyî bên guhertin. Divê her tişt xizmetî pêvajoyê bike, tecrîdkirina aktorê sereke yê pêvajoyê, wê rêveçûnê asteng bike. Ji ber vê yekê divê şert û mercên Rêber Apo tê de ye, bên guhertin. Guhertina vê jî dewlet dizane.
- Hûn nêzîkatiya siyasetmedarên Kurd çawa dinirxînin?
Bêguman em erênî dinirxînin. Weke tê zanîn, herêma me di pêvajoyeke girîng re derbas dibe. Di pêvajoyeke bi vî rengî de, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd firsendeke ketiye destê me. Ji ber vê yekê divê Kurd di nava xwe de yekitî û piştgiriyê xurt bikin. Beşdarbûna Başûrê Kurdistanê li kampanya ji bo azadiya Rêber Apo, peyama birêz Mesûd Berzanî ya ji bo kongreya KNK'ê ku tê de girîngiya azadiya Rêber Apo ya ji bo pêvajoya çareseriyê destnîşan kir, gelekî girîng e. Ev wê rê li ber piştgirî û yekitiya navbera Kurdan de veke.
Hîn hîngî...
Em çûn gel PDK, YNK, Yekgirtû Îslamî, Komala û Goran. Ne tenê ew, em çûn gel rêxistinên li Rojhilatê Kurdistanê jî. Em çûn gel rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê jî, Çûn gel rêxistinên li Bakurê Kurdistanê jî. Em nikarîbû bi xwe yekser biçin, lê li Bakruê Kurdistanê di nava saziyên legal de plansiyeke kar hat çê kirin û çûn gel van hemû partî û rêxistinan.
Li ser bersiva ji van hemû derdoran, me name nivîsandin. Mirov dikarin bêjin, nameya me ya bersivdayînê, ne tenê bersiva KCK'ê bû di heman demê de nêrîneke netewî bû. Em bi parvekirinê pêvajoyê dimeşînin, ev rewş ji bo tevahiya Kurdistanê derbas dibe. Em dixwazin hemû perçeyan tevlî vê pêvajoyê bikin.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê dikare misyonekê bigire ser milê xwe.
Pêşketineke girîng e, di pêvajoyeke dîrokî de bi van peyamên erênî re hebûna hemû Kurdan a li ser bingeha Piştgirî û Yekitiya demokratîk a gelê Kurd, gaveke gelekî girîng e.
EM DIXWAZIN KONFERANSA NETEWÎ LI HEV KOM BIKIN
- Em dikarin bêjin pêşgaveke Konferansa Netewî ye?
Ji xwe em dixwazin platforma konferansa netewî li hev kom bikin, çawa ku Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya li Tirkiyê pêk hat girîng bû, ji bo kurdan jî ev Konferans mirov dikarin bêjin konferanseke netewî, konferanseke milî ye. KNK ji bo vê bû gava destpêkê. Armaca niha ya bingehîn, avakirina platformeke hevpar e. Eger rewşeke berovacî rû nede, platformeke bi vî rengî wê di nava sê mehên pêşiya me de li Hewlêrê bicive. Hêvîdarim wê pêk were.
- Konferansa Netewî wê di pêvajoyeke nêz de pêk were?
Belê em nêzîktir in, bêguman ne rast e ez niha her tiştî li vê derê bînim ziman, hîn amadekarî, gotûbêj û nîqaşên destpêkê hene. Hûn dizanin, ev yek ji bo Kurdan gelekî girîng e, bi dehan salan xeyalê vê dikirin. Lê ez vê bêjim, ev platform nebe platformek li dijî hin kesan. Gelekî zelal e, dikare bibe konferanseke milî, aştiyane û demokratîk ku mirov dikare bang li gelên cîran jî bikin tevlê bibin. Ji bo aştiyê em dikarin çi bikin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li her parçeyî çi dikare were kirin.
- Bêguman pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê derdikevin pêş.
Belê li Rojavayê Kurdistanê hin pirsgirêkên divê werin çareserkirin hene. Hem rêxistinên li Rojavayê Kurdistanê li wir nîqaş dikin, hem jî li parçeyên din nîqaş tên kirin. Bawerim wê di nava çend rojên pêş de ji bo çareseriya pirsgirêkan gavên erênî û pêşketin çê bibin. Hêviya me ev e.
DIVÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ BI VÎNA XWE YA XWESER TEVBIGERE
- Pêşniyarên we yên ji bo Rojavayê Kurdistanê çi ne?
Ev vê diparêzin: Divê rojavayê Kurdistanê bi vîna xwe tevbigere, destwerdan zêde çê nebe, pêwîste ew biryarên xwe bi xwe bidin, dibe ku parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye, lê dikare ji bo parçeyên din roleke girîng bileyze, em weke parçeyên Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, divê piştigiriyê bidin yekitiya wan. Ji ber ku di pêvajoyeke gelekî giran re derbas dibe, ewçend pêvajoyeke xwedî firsendan. Firsenda azadiyê heye, di heman demê de zehmetiyên wê jî hene. Pêwistî bi yekitiyê heye. Pêwistî bi yekitiya di bin sîwana Desteya Bilind de heye. Di vî warî de hin kêmasî hene. Divê ew kêmasî werin çareserkirin.
- Pirsgirêk çi ne?
Hin kom hene, tê gotin di êrişên li dijî pergala li Rojava de cih digirin. Pêdivî bi binyatiyeke ku van pirsgirêkan ji holê rake, heye. Hêvîdarim pêvajoyeke weha, wê di rojên pêş de li Rojava derkeve holê û bi vî rengî Rojava nebe çavkaniya pirsgirêkan, lê bi atmosfera xwe ya şoreşgerî re, di afirandina yekitiya nava Kurdan a li her perçeyî, roleke erênî bileyze.
- Di vê rewşa giran a krîza Sûriyê de, nêzîkatiya "aliyê sêyemîn" gelo dikare dewam bike? Wê çi bide Kurdan? Çi bide Herêmê?
Meşandina xeteke sêyemîn hêsan e? Ne hêsan e, zehmet e lê li gorî me pêwîst e. Çima pêwîst e? Ji ber ku xeta sêyemîn, xeta biratiya gelan, azadî û demokrasiya li herêmê ye. Di rewşa heyî de, herdu aliyên bi hev re şer dikin jî, pêşerojekê nadin gelên herêmê.
- Lê Kurdan jî rahiştin çekan.
Kurd neçar ma çekan hilgirin. Ji ber çi? Ji bo xwe biparêze. Armanca biçekbûyîna Kurdan, ne şoreşa çekdarî ye, Kurd alîgirê şoreşa siyasî ye. Stratejiya wan ev e. Çekê, ji bo xwe biparêze hidigire. Kurd dixwazin li wê derê bibin vînek. Vê yekê ne rejîm ne jî mûxalefet qebûl dike. Kurdên li Sûrî, ji bo van hêzan weke zarokê serîhildêr tê dîtin. Di nava du mehên derbasbûyî de hêzên rejîmê li Helebê li taxên Kurdan xistin, taxên Eşrefiye û Şêx Maksût hatin valakirin. 500 hezar Kurd ji vê derê koç kirin. Beşek ji vê çû Efrînê beşda din jî neçar ma koçî Kobanî bike. Hîne jî hêzên rejîmê dixwazin van taxan bi dest bixin. Li aliyê din jî, hêzên mûxalafetê dixwazin Efrînê bi dest bixin.
BIRYARA YE Û RÛSYA BI TIRS Û GIRAN E
- Yekitiya Ewrûpayê biryar da ambargoya çekan a li ser mûxalefetê rake.
Biryara Yekitiya Ewrûpa û dûre jî biryara Rûsyayê heye. Biryarek ku dibêje wê çekan bide rejîma Sûriyê. Ez herdu biryaran jî neyînî û gelekî giran dibînim. Li Sûriyê êdî alî bi çek û şer nikarin ti encamê bi dest bixin. Lewma ez ne bawerim ku bi çek û şer encameke ciddî ji Sûriyê derkeve. Eger çekê aliyekî giran be dikare bandorê li aliyê din bike, lê nikare çareseriyê bîne. Ji ber vê yekê rêya herî rast rêya diyalogê rêya çareseriyê ye. Di vê nuqteyê de, Konferansa Cenevre ya bi pêşengiya DYE û Rûsya, ji rêbazên din çêtir e. Ji ber ku şerê li Sûriyê wê encamên girantir bi xwe re bîne, di nava civakê de rê li ber zeraran veke. Rêya herî rast, dîtina formuleke li hev kirinê ye, ji ber vê yekê dayîna çekan ne watedar e.
- Ev rewşa nû, ji bo Rojhilatê Kurdistanê gef e?
Ez mînakekê bidim; Beşek ji Artêşa Azad a Sûriyê dixwazin Efrînê têxe destê xwe. Bi awayekî balkêş bi tanqan bi ser Efrînê de meşiyan. Çend tanqê wan hebûn nizanim. Tê fêm kirin eger çekên wan ên girantir hebin û ji dest were, wê Efrînê bi temamî ji holê rakin. bi koça ji Heleb û Şamê re nifûsa Efrînê gihaştiyê milyonek û 200 hezarî. Îro dor li wan hatiye girtin. Li gel vê rewşê eger bêjin emê çekan bidin mûxalefetê û nedin Kurdan, wê bibin sedema komkujiyekê. Eger yek ji yê din xurtir be, aliyek wê aliyê din yekser tine bike. Ji ber vê yekê em dibêjin; divê hêzên navnetewî di vî warî de hin bi berpirsyar tevbigerin û vê rewşa li Efrînê jî divê herkes bibîne. Beşek ji hêzên çekdarî yên ji xwe re dibêjin artêşa azad, bi armanca bi destxistina Efrînê êrişî gundên Kurdan dikin. Eger Yekitiya Ewrûpa wê van hêzan bi çekan bi pêçe, hingî ez dipirsim, hûn garantiyê didin ku wê bi van çekên we Kurdan nekujin?
REWŞA LI EFRÎNÊ TÊ JIYÎN STEMKARIYA MIROVAHIYÊ YE
- Hûn ji şerê li Efrînê re çi dibêjin?
Niha li Efrînê, mûxalefetê dor girtiye. Ev stemkarî, zilma mirovahiyê ye. Li gel vê rewşê, dayîna çekan ji herdu aliyan re, di heman demê de tê wateya rêdana kuştina Kurdan. Li gorî min ev rewşeke girîng e. Eger ev hêzên pêwendîdar dengê me dibihîzin; ev rewş wê rê li ber karesatekê veke. Divê sekna Kurdan a di vî warî de ji aliyê hêzên cîhanê, hêzên navnetewî û hêzên herêmî ve baş bê fêmkirin. Lê berî her tiştî divê Kurd vê rastiyê baş bibînin. Niha herkes hewl dide zextê li TEV-DEM û PYD'ê bikin. Ji aliyekî ve rejîm, ji aliyê din ve jî hêzên mûxalefetê herkes dixwaze bikişîne aliyê xwe. Nebû, Dixwazin herêma Kurdan veguherînin herêma şer. Eger TEV-DEM, PYD derbasî aliyekî bibe, Kurdistan wê wêran bibe. Xwediyê Kurdan nîne. Kurd gelekî bêxwedî ye. Eger Efrîn bibe qada şer, li Efrînê tiştekî sax namîne. Ji ber vê yekê Kurd naxwazin bibin aliyê şer. Dixwaze tenê xwe biparêze. Divê Kurd vê rastiyê bibînin û yekitî û hevkariya nava xwe xurtir bikin.
- Em vegerin ser mijara vekişînê, hin hêzan, mijara vekişînê weke gefek li hemberî xwe dîtin. Hûn gefê dixun?
Em ji bo ti kesî ne gef in. Deklarasyona Rêber Apo ya di Newrozê de hat eşkerekirin, ne tenê ji bo Kurdistanê jib o tevahiya Rojhilata Navîn destpêkirina pêvajoyeke nû ye. Sekna me ya di xeta 3. de jî wê ti carî neguhere. Ji ber vê yekê, tirsa hin hêzan, ne rast e.
EM SEDEMA ARAMIYA LI IRAQÊ NE
Bi destpêkirina vekişînê re Iraqê bi tirs daxuyanî da.
Ji bo Iraqê ez dikarim vê bêjim. Dibe ku hin kêmasiyên me çê bûn. Me dikarîbû hin bi detay agahî bida wan. Têkiliyên me hebûn. Agahî ji wan re nehat dayîn. Ew jî bi tirsa, gelo wê van hêzan bînîn Kerkûkê yan deverek din, ket nava gumanan. Ez ji vê derê bi rêya we bi awayekî vekirî dibêjim; Hêzên me yên ji Bakur vekişiyan, ji bo ti kesî ne tehlûke ye. Ji bo dewleta Federal a Iraqê qet ne tehlûkeye. Em alîgirin pirsgirêkên navbera Dewleta Federal a Iraqê û Hukûmeta Kurd a Federal, bi diyalogê bê çareserkirin. Em ji mêj ve sedema aramiya li Iraqê ne. Me aramî parastin. Ji niha û pê ve jî wê di polîtîkaya me de ti guhertin çê nebe.
- Ji bo Sûriye û Îranê jî hûn dikarin heman tiştî bêjin?
Bêguman. Hem li Sûriyê hem jî li Îranê siyaseta me wê neguherin. Em alîgirê agirbesta PJAK'ê ya li Îranê ne. Her weha em alîgirê dewama xeta 3. a hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ne. Guhertineke siyasî di rojeva me de nîne. Ez dixwazim bi taybetî vê destnîşan bikim.
EM LI DIJ ŞERÊ BIRATIYÊ DERKEVIM
- Hûn pozîsyona xwe weha tînin ziman, lê rastiyên li herêmê wer xuyaye hinekî zorê dide. Potansieke ciddî ya şerê mezhebî heye. Îran Hîzbûllah li gel Sûriyê dikevin dewrê. Şerê Sunnî-Şîa destpê kir. Evê bandorê li herêmê û pêvajoya we ya çareseriyê bike. Analîza we li gorî vê rewşê çiye?
Sedema herî bingehîn a xeta me ya sêyemîn, ev şerê mezhebî ye. Emê ti carî nebin aliyê şerê mezhebî. Sedemên cûda yên vê hene. Berî her tiştî ev ji bo yekitiya me ya netewî pêwîst e. Her weha weke PKK ji bo xeta me ya demokratîk û şoreşger ev şert e. Di warê pîvanên me yên giştî de, ev şert e. Ji bo gelên herêmê bi şerê mezhebî hevdu xelas nekin, ev şert e. Çi dibe bila bibe emê tevlî şerê bira, şerê mezhebî yê li herêmê nebin û heta ji destê me were, emê li dij derkevin.