Gauck got 'qirkirin' û hevkariya sûc a Elmanyayê bibîr xist

Serokkomarê Elmanyayê Joachim Gauck, di ayîna li Katedrale Berlîn a ji bo Ermenî, Suryanî û Rûmên Pontusên qurbanên qirkirinê de aşkera têgîna qirkirinê bikar anî.

Serokkomarê Elmanyayê Joachim Gauck, di ayîna li Katedrale Berlîn a ji bo Ermenî, Suryanî û Rûmên Pontusên qurbanên qirkirinê de aşkera têgîna qirkirinê bikar anî. Gauck diyar kir ku bi tifaqa wê demê re Elmanyaya piştgirî da Dewleta Osmanî di qirkirinê de rol lîstiye.

Gauck di axaftina xwe de got, "Em îro li vir, endamên qurbanên cinayetên bi plan û pergal ên berî niha bi sed salî yên gelê Emenî bibîr tînin” û wiha dewam kir, “Qedera Ermeniyan a bi paqijkirina etnîk, hilweşîna girseyî, tehcîr û qirkirinê re şekl girt ji bo dîroka Sedsala 20. mînakeke.”

Gauck got ku sûcên pêk hatine di siya şer de çêbûne û wiha dewam kir, “Şer di heman demê de ji xerabiyan re bû sedem.”

HEVKARIYA SÛC A ELMANYAYÊ BIBÎR XIST

Joachim Gauck, di axaftina xwe de behsa berpirsyartiya Elmanyayê jî kir û diyar kir ‘di pêvajoya tehcîr û plansaziyê de leşkerên Elman jî hebûn’, Elmanya ji bo têkiliyên bi Dewleta Osmanî re ya pêre di nav tifaqê de ne xera neke tiştên rû dane paşçav kiriye. Gauck got ku ev hemû di raporên dîplomat û çavdêrên Elman de dikare bê dîtin.