Fransa dîroka xwe ya koledar tazmîn nake
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande ku bi armanca têkoşîna li dijî karesatên demsalî li welatên Karabîenê hevdîtinan pêk tîne, daxwazên tazmînkirina ji bo paşeroja koledar a welatê xwe, careke din red kir.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande ku bi armanca têkoşîna li dijî karesatên demsalî li welatên Karabîenê hevdîtinan pêk tîne, daxwazên tazmînkirina ji bo paşeroja koledar a welatê xwe, careke din red kir.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande ku bi armanca têkoşîna li dijî karesatên demsalî li welatên Karabîenê hevdîtinan pêk tîne, daxwazên tazmînkirina ji bo paşeroja koledar ya welatê xwe, careke din red kir.
Hollande li Poînte-a Pître, ku di vekirina navenda bi navê ACTe ya bi armanca bibîrxistina dîroka koledar hatiye avakirin de, axivî û îdîa kir ku welatî wî têkildarî paşeroja koledar de gavên girîng avêtine. Hollende da zanîn ku di 2001’an de parlamentoyê biryarek girtiyekoledarî sûcê mirovahiyê ye û ev tazmîna yekem e. Hollande bal kişand ser girîngiya xebatên navenda bibîranînê ya ACTe.
Sendîkavanekî girîng ê herêma Guadeloupe, Elîe Demota û gelek kesî ji ber pêkanînên koledar ên Fransayê diyar kiribûn ku divê Fransa tazmînatê bide.
Françoîs Hollande jî dubare kir ku welatî wî tazmînata aborî nade. Hollande li Haîtî axivîbû û bibîr xist ku Komara Haîtî ya ku di 1800’î de serxwebûna xwe qezenc kiriye, tazmînat daye Qralê Fransayê.
Li Haîtîya ku heta 1825’an di bin mêtingeriya Fransayê de bû, bi sedhezaran Afrîkayî kiribûn kole. Welatekî din Guadeloupe ku hatibû kolekirin hîna girêdayê Fransayê ye.