"Fransa bi ronînekirina komkujiyê re 'sê meymûnan' dileyze"

"Fransa bi ronînekirina komkujiyê re 'sê meymûnan' dileyze"

Li bajarê Fransa Marsîlyayê û li bajarê Elmanya Hambûrgê çalakiyên "em edaletê dixwazin" hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat destnîşan kir ku Fransa bi ronînekirina komkujiyê re sê meymûnan dileyze.

Li bajarê Fransa Marsîlyayê, di çarçoveya çalakiya her Çarşemê de, jin li Navenda Çanda Mezopotamya li hev kom bûn û bi wêneyên 3 şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Sibatê deli Parîsê hatin kuştin, bi qasî 4 kîlometre meşiyan. Meş heta ber Walîtiyê dewam kir û li vir hat destnîşan kirin ku li gel di ser bûyerê re 150 roj derbas bûne jî hînê nehatiye ronîkirin û ev rewş hat şermezarkirin.

LI BER WALÎTIYÊ ÇALAKIYA ŞERMEZARKIRINÊ

Jinên gihaştin ber Walîtiyê, mîna hefteya derbasbûyî vê heftê jî li astengiya polêsan rast hatin. Polêsan gefa binçavkirinê li jinan xwarin û jinan jî ev yek şemezark irin. Piştî tengezariyeke demkin jinan çalakiya rûniştinê pêk anîn û helwesta hukûmet û polêsê Fransayê protesto kirin. Di çalakiyê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê axaftinek hat kirin û hat destnîşan kir ku tevî di ser komkujiyê re 150 roj derbas bûne jî dewleta Fransa hînê sê meymûnî dileyze. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ronînekirina bûyerê nîşan dide ku komkujî ji aliyê hêzên komploker ên navnetewî ve hatiye kirin. Li dû daxuyaniyê belavok hat xwendin.

Piştî çalakiyê jin bi awayekî komî çûn postaaxneya bajêr û ji Wezareta Karên Hundur re kartpostên bi nivîsa "em edaletê dixwazin" şandin.

LI HAMBÛRGÊ ÇALAKÎ

Li bajarê Elmanya Hambûrgê jî jinan çalakiya "em edaletê dixwazin" lidar xistin. Di çalakiya li ber Konsolosa Fransî de, hat xwestin ku komkujiya li Parîsê tavilê bê ronîkirin. Di çalakiya îro de Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî axaftinek kir. Ozdemîr helwesta dewleta Fransayê ya li pêşberî vê bûyerê weke helwesteke rûreş nirxand û got, "Ne tenê jinên Kurd, daxwaza edaletê ya jinên ji gelek welatan, mîna ya jinên Kurd e."

Endama Meclîsa Jinan a Rojbîn, Adalet Sare jî banga tevlêbûna li çalakiya 12'ê Hezîranê ya li Hauptbahnhofa a Hambûgê saet di 16.30'an de kir.