Fluckiger: Divê rastiya Ocalan baş were fêmkirin

Fluckiger: Divê rastiya Ocalan baş were fêmkirin

Serokê Giştî yê Partiya BASTA ya Swîsreyê Martîn Fluckiger diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan teorîsyen û lîderekî mezin e û xwest, tavilê şert û mercên ew tê de ye werin sererastkirin û bê azadkirin. Fluckiger da xuyakirin ku, divê rastiya Ocalan baş bê fêmkirin û destnîşan kir ku divê hukûmeta AKP'ê heta azadiya Ocalan gavên berçav ên ji bo pêvajoya çareseriyê biavêje.

Serokê Giştî yê Partiya Basels Starke Alternative (BASTA) Martîn Fluckiger, "pêvajoya çareseriya demokratîk" û helwesta Ewropayê li hemberî PKK'ê nirxand û anî ziman ku ji bo pêvajoya çareseriyê ya bi 21'ê Adarê re destpê kir, Kurdan berpirsyariyên xwe bi zêdehî bicih anîne. Fluckiger fikar û gumanên xwe yên ji ber hukûmeta AKP'ê heta niha gavên berçav neavêtiye anî ziman.

EGER PÊVAJO TÊK BIÇE, DEWLETÊ WENDA BIKE

Fluckiger ragihand ku ew ji mêj ve şerê li Tirkiyê dişopîne û anî ziman ku her tim Kurd bûne alîgirê aştiyê, lê dewleta Tirk di şer de israr kiriye.

Fluckiger da xuyakirin ku pêvajoya di 21'ê Adarê de ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin, hem ji bo gelên Tirkiyê hem jî ji bo gelên Rojhilata Navîn gelekî girîng û watedar e û destnîşan kir ku divê AKP dest ji mejiyê xwe yê yekparêz berde û di vê pêvajoyê de helwestek ji dil nîşan bide.

Fluckiger weha peyivî: "PKK'ê heta niha di aştiyê de israr kir û berpiryariyên xwe bicih anî. Beriya niha jî her tim agirbestên yekalî pêk anî, lê dewletê li dijî vê şer kir. Tevî ku Kurd ewçend hatine xapandin jî, piştgiriyê didin pevajoya ji aliyê Rêberê wan ve hatiey destpêkirin û tacîdarkirina vê helwesta watedar a gelê Kurd bi aştiyê, di destê dewletê de ye. Eger dewlet tişta berê dikir dûbare bike û pêvajoyê têk bibe, ya wenda bike wê dewlet bi xwe be. Ji wê nuqteyê û pê ve kesê nikaribe pêşî li Kurdan bigire."

DIVÊ GAVÊN BERÇAV BÊN AVÊTIN

Fluckiger da xuyakirin ku li pêşberî gavên PKK'ê, divê dewlet jî dest ji helwesta xwe ya sabotekirina pêvajoyê bigire û gavên ku "hêsane" bi nav dike, yên divê dewlet bavêje jî weha rêz kirin:

- Destûra bingehîn a heyî bi temamî bê guhertin û destûreke nû ya bingehîn a hemû gelan nas dike, bê avakirin

- Mafê perwerdeya zimanê dayikê bê naskirin û bi destûra bingehîn bê ewlekirin

- Hemû bawerî werin naskirin

- Astengiyên li pêşiya azadiya ramanê bên rakirin

- Benda hilbijartinê were rakirin

- Statuya Kurdistanê were naskirin

- Di serî de girtiyên siyasî yên Krud, hemû girtiyên siyasî werin berdan

- Şert û mercên Ocalan tê de ye tavilê bên guhertin û were azadkirin

DIVÊ RASTIYA OCALAN BÊ FÊMKRIN

Fluckiger da xuyakrin ku di vê pêvajoyê re rewşa Ocalan gelekî girîng e destnîşan kir ku divê dilsoziya Kurdan a bi Ocalan re baş were fêmkirin. Fluckiger anî ziman ku divê Ocalan ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve ji aliyê hemû dewletan ve baş were fêmkirin.

Fluckiger ragihand ku ew Ocalan weke teorîsyen û lîderekî mezin dibîne û bibîr xist ku ew gelek caran diçe Kurdistanê û tê got, "Di nava civaka Kurdan de guhertineke mezin heye. Afirînerê vê guhertina siyasî ya gelê Kurd Ocalan e. Ocalan di mijara jinên Kurdistanê de guhertineke mezin pêk anî. Şoreşa Ocalan pêk bîne, ji aliyekî ve şoreşa qanûndanîna nû ye."

PÊWÎSTE PKK JI LÎSTEYÊ BÊ DERXISTIN

Fluckiger diyar kir ku hebûna PKK'ê di lîsteya "rêxistinên terorîst" a Ewropayê de, di rewşa heyî de bê wateye û eger ji lîsteyê neyê derxistin, wê destê Tirkiyê yê çareseriyê naxwaze, xurtir bike. Fluckiger da xuyakirin ku Ewropa bi temamî li gorî berjewendiyên xwe nêzî PKK'ê dibe û ji ber rewşa statejîk a Tirkiyê, PKK'ê di lîsteyê de dihele. Fluckiger destnîşan kir ku eger PKK ji lîsteya "rêxistinên terorîst" bê derxistin, divê Ewropa jî hesabê binpêkirinên mafan ên li hemberî Kurdan kiriye, bide.