FKÊ banga 'dakevin kolanan' li Êzidiyan kir

FKÊ banga 'dakevin kolanan' li Êzidiyan kir

FKÊ bang li hemû Êzidiyan kir, ku li dijî êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê dakevin kolanan.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî, çeteyên DAIŞ'ê weke 'dijminê mirovahiyê yê dest bi xwîn' pênase kir û got, "Barbar heta jê tê êrîşî Kobanê dikin, mirovên bêguneh qetil dikin. Ev mirovkujên dixwazin Kobanê dagir bikin, gefek li tevahiya mirovahiyê ye. Divê baş were zanîn ku gelê Kurd û şervanên azadiyê yên gelê Kurd, di nava berxwedaneke gelekî mezin de ne. Ya ku dibe para me jî, li vê derê destekkirina vê berxwedana mezin û daketina kolanan e."

FKÊ da xuyakirin ku Kobanê rûmeta Kurdan e û ev xal destnîşan kir: "Civaka Êzidî li ku dibe bila bibe, pêwîste hemû derfetên xwe seferber bike û dikeve nava çalakiyan. Îro roja şeref û rûmetê ye. Roja xwedîderketina li nirxên xwe ye. Roja derketina li dijî zîhniyetê fermana 73'an rakiriye, roja diyarkirin hêrs û ruhê xwe yê berxwedanê ye. Ji ber vê yekê divê her kes dakevin kolanan."