Salonên sporê yên ji bo bicihkirina penaberan hatinbû desteserkirin, piştî ku hejmara penaberan a li Elmanyayê di meha bihurî de kêm bû, mamoste û sazî li hemberî hev rakirin. Mamosteyan dan xuyakirin, ku ji destpêka salê û vir ve di aktîvîteyên sporê de 50 hezar saetên dersê hatine betalkirin û ji eyaletan dixwazin ku ji bo penaberan çareseriyeke din peyda bikin.
Serokê Yekîtiya Fîlologên Elman (DphV) Peter Meîdînger xwest, bi kêmbûna hejmara penaberan re bi sedan salonên sporê yên ji aliyê dewletê ve hatine desteserkirin radestî dibistanan bên kirin. Meîdînger ji rojnameya Neue Osnabrucker Zeîtûng re axivî û destnîşan kir, ku salonên sporê ji bo penaberan 'çareseriyeke mayînde' nîne.
50 HEZAR SAETÊN DERSA SPORÊ BETAL BÛN
Meîdînger da zanîn, ji Îlona 2015'an û vir ve 50 hezar saetên dersa sporê hatine betalkirin an jî kêm hatine kirin. Meîdînger ragihand, hejmara penaberan li gorî mehên havînê gelekî kêm bûye û got, "Dem hatiye ku êdî ev tedbîrên lezgîn bê rakirin."
Eyaletên Berlîn û Nordrheîn-Westfalenê bersiva neyînî dan vê daxwaza DPhV. Li Berlînê ku bi qasî hezar salonên sporê hene, bi tenê 63 salonên sporê ji bo penaberan tên bikaranîn û beşeke biçûk a van salonan, aydê dibistanan e.
JI SEDÎ 96 Ê WARGEHÊN PENABERAN ÊN LI BERLÎNÊ TIJÎ NE
Berdevka Karên Civakî ya Senatoya Berlînê Regîna Kenîdîng da xuyakirin, ku penaber rojane tên û anî ziman, bi tenê ji sedî 4 ê wargehên penaberan ên li bajêr vala ne. Kneîdîng diyar kir, ew ê van salonên sporê yên berî çend mehan girtibûn, weke 'rezerv'ê li ber dest bihêlin.
Li eyaleta Nordrheîn Westfalenê jî, hat ragihandin ku salonên sporê yê ji bo penaberan hatine girtin wê qonax bi qonax bên valakirin. Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Eyaletê de hat ragihandin, bi dehan salonên sporê yên dibistan û komeleyan beriya niha ji bo penaberan hatibûn girtin, lê bi tenê ji sedî 46 ê ji van hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, heta dawiya vê mehê wê 25 salonên sporê li xwediyên xwe bên vegerandin.