Fîlmên Kurd li Karlovy Vary bê xwedî man!

Fîlmên Kurd li Karlovy Vary bê xwedî man!

Di 48. Festîvala Fîlman a Karlovy Vary ya Navnetewî, ji sînemaya Kurd 15 fîlm tên nîşandan. Lê belê li festîvalê, ji bilî derhêner Hîsham Zaman, ti derhêner û rayedarên Kurd nînin.

Festîvala Fîlman a Karlovy Vary a Çekê, ku yek ji festîvalên girîng ên Ewropayê ye, xwedî kevneşopiyek mezin a welêt e. Di festîvala ku ev 48 sal in tên nîşandan û her sal bi pêwendiyeke mezin tê şopandin de, ji gelek welatên cîhanê bi sedan fîlm tên nîşandan. Festîvala îsal a 28'ê Hezîranê destpê kir wê heta 6'ê Tîrmehê dewam bike û di festîvalê de 15 fîlmên Kurd ên demdirêj û kin, tên nîşandan. Tevî fîlmên "Yol" ê Yilmaz Guney, "Demsala Gergedanan" ê Bahman Ghobadî, "Beriya Berf Bibare" yê Hîsham Zaman, "Kick Off" ê Shawkat Amîn Korkî, fîlmên Hîner Salem, Rêzan Yeşîlbaş, Salem Salavatî û gelek derhênerên din ên Kurd tên nîşandan. 

"YOL, BINGEHA SÎNEMA KURD E"

Di malpera fermî ya festîvalê de, der heqê nîşandan fîlmên Kurd de daxuyaniyek hat kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kurd, girseya herî mezin li cîhanê ye ku welatê wan nîne. Li Tirkiye, Îran, Iraq, Sûriye, Ermenîstan û gelek welatên din li sirguniyê dijîn. Nîşandana fîlmên wan, wê reng bide fesatîvala me."

Di daxuyaniyê de pesna derhênerên Kurd tê dayîn û ji bo fîlmê "Yol" ê Yilmaz Guney jî tê gotin, "Bingeha sînemaya Kurd e."

JI HÎSHAM ZAMAN REXNE

Tevî ku di Festîvala 48. a Karlovy Vary a Navnetewî de 15 fîlmên Kurd cih digirin jî, balkêşe ku ti derhêner û rayedarên Kurd li festîvalê ne amade ne. Derhênerê fîlmê "Beriya Berf Bibare" Hîsham Zaman ê li Festîvalê ye, ji vê rewşê bêzar e. Zaman nerazîbûna xwe weha tîne ziman: "Di festîvaleke ewçend mezin de, fîlmên Kurd tên nîşandan. Ev tiştekî girîng e. Lê belê ti derhêner an jî rayedarên Kurd ne amade ne. Diviyabû hemû li vir bûna. Diviyabû rayedarên Wezareta Çandê ya Başûrê Kurdistanê jî li vir bûna. Ev rewş, cihê xemgîniyê ye."