Fîlîz Yerlîkaya li Herêmên Parastina Medyayê hate bibîranîn

Fîlîz Yerlîkaya li Herêmên Parastina Medyayê hate bibîranîn

Gêrîlaya PAJK û PKK’ê Gulan Garzan ya binas nav Fîlîz Yerlîkaya ku di 7’ê Hezîrana 2002’an de di encama komployekê de jiyana xwe ji dest da bi merasimekê li Goristana Mehmet Karasungur hate bibîranîn.

Endama Koordînasyona Koma Jinên Bilind (KJB) Sozdar Awesta, Fermandara YJA-Starê Zîn Cizîr, Fermandara YJA-Starê Sozdar Welat û koma 6 kesî ya dayîkên aştiyê yên ji Wargeha Kampa Şehîd Rûstem ya Mexmûrê hatîn tevlî merasima bîranîna gêrîlayan bûn.

Di merasimê de Sozdar Awesta axivî û di kesayeta Fîlîz Yerlîkaya de hemû şehîdên şoreşê bibîr anî û da diyarkirin ku, ew dê tekoşîna tevgera jin hin zêdetir bihêz bikin û li dijî hemû komployên klasîk û paşvero û çemka faşîzmê dê bibin xwedî berxwedanekî birêxistin kirî. Awesta got: “Bi şahadeta hevala Gulan artêşbûna jinê YJA STAR hatiye avakirin û bi taybet xebatên artêşbûna azadiya jinê mezinbûne, hêzên tunekirinê û komploger negihane armancên xwe.”

Piştî axaftina Awesta ji wargeha Mexmûr dayîka aştiyê Rehîme Bozan jî hestên xwe anîn ziman û merasim bidawî bû. Piştî merasimê Sozdar Awesta ku ji hêzên HPG-YJA-Star re civîn pêkanî, jiyana Gulan Garzan vegot û li ser pêvajoyê agahî dan.

Li ser wate û girîngiya rojê ji gêrîlayên YJA STAR û HPG’ê Axîn Welat hest û fikrên xwe wiha anîn ziman: “îro 11’mîn salvegera şahadeta hevala Gulane. Ji bo me şehîdek mezin û girînge. Partiya me bi xwîna hemû şehîdan hatiye avakirin. Heya roja me ya îro bedel hatine dayîn û Rêbertiya me kedên mezin afirandine. Her çendî ku em di pêvajoya vekişînê de ne jî, em bîranînên şehîdên xwe weke rehber bi hemû aliyê xwe, di jiyanê de di ruh de, di pêvajoya pêş me de çi erkê ku bikeve ser milê me em amadene.”

Sorxwîn Cûdî jî dîtinên xwe wiha anîn ziman: “Em bi şahadetên Gulanan û Zîlanan gihan van rojan. Wê demê komplogeran dixwestin tevgera jinê ber alî bikin. Lê belê weke tevgera jinê mezin bû û em gihan sedhezaran. Weke endama YJA Star coşa vê û morala vê jiyan dikim.”

Gêrîlayê binavê Harûn Simko jî li ser wate û girîngiya şehîdan jî ev tişt bilav kirin: “îro salvegera şahadeta hevala Gulane. Tevgera PKK’ê û tevgera jinê rastî gelek komployan hatine lê belê bi saya hevala Gulan û hemû şehîdên şoreşê em gihan van rojan.”