Fîdel Castro û Hollande li hev civiyan

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande ku di çarçoveya gera Karabîen de duh Kuba ziyaret kir, bi lîderê efsanewî yê Kubayê Fîdel Castro re rûnişt.

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande ku di çarçoveya gera Karabîen de duh Kuba ziyaret kir, bi lîderê efsanewî yê Kubayê Fîdel Castro re rûnişt.

Hollande bû yekem serokdewletê Rojavayî yê Kuba ziyaret kir. Hollande bi Fîdel Castro re ku demeke dirêj e dernakeve pêşberî raya giştî, di dema xwarina êvarê de rûnişt.

Li dû hevdîtina ku bi qasî saetekê dewam kir Hollande daxuyaniyek da û diyar kir ku dîroka Kubayê di heman demê de dîroka cîhanê ye. Hollande anî ziman ku wî bi xwe jî xwestiye 'bibe xwediyê vê kêliya dîrokî' û ew li ser mijarên avhewa, av û çandiniyê axivîne.

Serdana Françoîs Hollande ya li Kubayê li demeke ku nîşaneyên sererastbûna têkiliyên bi DYA re tên dayîn, rast hat. Di muzakereyên di navbera Kuba û DYA de herî dawî pêkanînên li hemberî hin kargehên li vî welatî bazirganiyê dikin, hatibû rakirin.

Di serdana Serokkomarê Fransayê de her wiha dihat xwestin ku hin peymanên bazirganiyê bên morkirin. Tê gotin ku Hollande bi morkirina hin peymanên bazirganiyê re dixwaze para xwe ya li bazara Kubayê zêde bike.

Tê payîn ku hin welatên din ên rojavayî di mehên pêş de Kubayê ziyaret bikin.