FEYKA: Emê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin

FEYKA: Emê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin

Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê (FEYKA) li dijî biryara rayedarên Danîmarkayê ya girtina qenalên televîzyonê yên Kurd û cezayê giran ê pere, nerzîbûneke tund nîşan da û got, "Emê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin."

Serokê FEYKA'yê Mehmet Ulker got, "Em vê helwesta Danîmarkayê ya li dijî gelê Kurd, weke Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê şermezar dikin."

Ulker da xuyakirin ku, ji sala 2009'an û vir ve piştî Anders Fogh Rasmussen bû Sekreterê Giştî yê NATO'yê, zextên Danîmarkayê yên li ser Kurdan zêde bûn û girtina welatparêzên Kurd û dozên li dijî çapemeniya Kurd bibîr xist.

Ulker got, "Danîmarka bi dayîna lîsansan ji bo televîzyonên Kurd, sempatiya gelê Kurd girtibû. Lê belê ev yek kir mijara bazariya berjewendiyên xwe. Piştî ku Sekreteriya Giştî ya NATO'yê bi dest xist jî, televîzyonên Kurd ên bi kedeke mezin ava kirin, girt û cezayê giran ê pere lê birrî. Ev yek nayê qebûlkirin."

Ulker da xuyakirin ku nayê fêmkirin çima ev biryar di dema danûstandinên tevgera azadiyê bi dewleta Tirk re ji bo çareseriya pirsgirêkê dike de hatiye girtin û got, "Weke FEYKA, emê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bidin."