Fevzîoglu: Divê li hemberî DAIŞ'ê di heman eniyê de şer bê kirin
Fevzîoglu: Divê li hemberî DAIŞ'ê di heman eniyê de şer bê kirin
Fevzîoglu: Divê li hemberî DAIŞ'ê di heman eniyê de şer bê kirin

Serokê Baroyên Tirkiyeyê Metîn Fevzîoglu yê Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ziyaret kir, li hember hesreta Tirkiyeyê ya avakirina herêma tampon got, “Pêwîst e bi hêzên li hember DAIŞ re şer dikin, di eniyeke hevpar de şerekî însanî bê dayîn.”
Berxwedana gelê Kobanê û şervanên YPG/YPJ’ê ku ket roja 16.emîn serdanên nûnerên rêxistinên civaka sivîl didomin. Serokên Baroyên Tirkiyeyê Metîn Fevzîoglu bi serokên baroyên herêmê re ku hat Deriyê Sînor ê Serxet Kobanê Murşîtpinar got ku hatine qîrînên gelê Kobanê bibîhizin û bigihênin cîhanê.

‘LI ŞÛNA TIRKIYEYÊ BIJÎN EM Ê VEGERIN WELATÊ XWE’
Fevzîoglu yê di derî re derbas bû û aliyê din ê sînor şopand, di vegerê de ku daxuyniyek da got ku gelek tiştên li Enqereyê nebihîstine li vir bihîstine û gotinên du jinên ciwan ên jêre gotibûn, “Tevî tiştên bên serê me jî li şûna em li Tirkiyeyê bijîn em ê vegerin welatê xwe” ragihand. Fevzîoglu got, “Em hatin însaniyetê bi bîr bixin. Kesên li vir xizmên welatiyên me ne. Ji ber pevçûnên petrol, hêz û dewlemendiyê, ji hinek bibin serwer welatiyên me êşan dikişînin. Em ê çavdêriyên xwe bikin rapor û ji cîhanê re vebêjin.”
‘DIVÊ DI ENIYA HEVPAR DE DAIŞ BÊ TUNEKIRIN’
Fevzîoglu bal kişand ser mijara herêma tampon a Tirkiye dixwaze li herêmê çêbike û wiha dewam kir, “Kê DAIŞ afirand ez nizanim, lê belê heta nîjadperestî û mezhebperestî bê kirin wê komkujî bidomin. Mutleq divê bi hêzên li dijî DAIŞ şer dikin re di eniyeke hevpar de şerekî însanî bê dayîn. Wê navê wê çi be ez nizanim. Lê divê hesasiyetên herêmê li ber çavan bên girtin. Bi hîsên mirovatiyê divê DAIŞ bê tunekirin.”