Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Fermandariya Berxwedana Kerkûkê ya HPG’ê: 25 çete hatin kuştin

Fermandariya Berxwedana Kerkûkê ya HPG’ê: 25 çete hatin kuştin

Fermandariya Berxwedana Kerkûkê ya HPG’ê diyar kir li gundê Vahde ya di navbera bajaroka Daquq û Dûzxurmato ya girêdayî Kerkûkê ye 25 çete hatine kuştin. Her wiha Fermandariyê diyar kir ku di teqîna mayîna ku çeteyan danîbû gerîla Mervan Gezgor jiyana xwe ji dest daye û soza dilsoziya bi bîranîna wî re hat dayîn.

Fermandariya Berxwedana Kerkûkê ya HPG’ê der barê şer û pevçûna di navbera 29-30’ê Îlonê de li herêma Kerkûkê rû da agahî da û diyar kir ku li gundên Vahde, Xalid, Saad û derdora wê li dijî çeteyan operasyon hatiye meşandin.

Fermandariyê wiha got: “Di 29’ê Îlonê de li gundê Vahde, Xalid û Sadd  a di navbera bajaroka Daquq û Dûzxurmato de ye li dijî DAIŞ’ê operasyon hat meşandin. Operasyon bi hevkariya gerîlayên HPG\YJA STAR û pêşmergeyan hatiye kirin.  Gerîlayan gundê Vahde hedef girtin û pêşmergeyan jî gundê Xalid û Sadd hedef girtine.

Di çarçoveya operasyonê de şer û pevçûnan di 30’ê Îlonê de saet di 04.30’an de destpê kiriye û heta derengiya rojê berdewam kiriye. Di encama operasyonê de ji 25’an zêdetir çete hatine kuştin û gelek wesayît û çekên wan hatine îmhakirin.

HPG’ê diyar kir ku di dema şer û pevçûnan de gerîla Mervan Gezgor (Muslum Kaçîm) pêl mayîna ku çeteyan daniye kiriye û tevlî karwanê şehîdan bûye. HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê sekna bi biryar û fedayî ya şehîd Mervan ji xwe re mînak bigirin û got ew ê di şexsê Rêber Apo û şehîd Mervan de soza xwe ya bilindkirina têkoşînê dubare dikin.