Fermandarê YPG: Li Efrînê 60 çekdar hatine kuştin
Fermandarê YPG: Li Efrînê 60 çekdar hatine kuştin
Fermandarê YPG: Li Efrînê 60 çekdar hatine kuştin
Endamê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mehmûd Berxwedan diyar kir ku ev 9 roj in komên çekdar êrîşî navçeya Şêrawa ya Efrînê dikin û dixwazin herêmê bikin cihê tevlihevî û nakokiyan di nava pêkhateyên herêmê de. Berxwedan, destnîşan kir ku YPG᾿ê bi hemû hêza xwe bersiva komên çekdar ku dixwazin herêmê bikin cihê teror, dizî û talangeriyê bidin û da zanîn ku binpêkirina ewlehiya Rojavayê Kurdistanê ji bo wan xeta sor e. di pevçûnên li Efrînê heta niha 60 çekdar hatine kuştin, bi dehan birîndar bûne û gelek çek û besîng hatiye desteserkirin.
Endamê Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Mehmûd Berxwedan ji ANHA᾿yê re diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa 19᾿ê Tîrmehê bi aramî jiyan kir ye, bi hezaran kes ji ber şer û pevçûnên li Heleb û gund derdorê koçî Efrînê kirin û xwe li vir bi cih kirin. Berxwedan da zanîn ku komên çekdar ne hiştin ku şêniyên herêmê bi ewlekariya herêmên xwe şabibin û pilanên qirêj bi rêjîma Baas û hin hêzên dervere re danîn û êrîşî Efrîn kirin. Berxwedan destnîşan kir ku êrîşên niha li Efrînê berdewama êrîşên li Serêkaniyê ne û armanca van komên çete ew e ku vîna gelê kurd bişkînin û ji bo daxwazên wan istûwê xwe bitewînin.
Di berdewama axaftina xwe de Mehmûd Berxwedan da zanîn ku çiqasî navê komên çete werin guhertin jî lê armanca wan yek e û wiha pê de çû: “Çi qasî navê van komên çete li Serêkaniyê û Efrînê werin guhertin jî lê ji heman jêderê ramanên xwe yê dijî gelê Kurd digirin. Li Serêkaniyê Faris Mişel Temo fermandariya tabûra Mişel Temo dikir û niha li Efrînê çeteyê bi navê Bêwar Mistefa fermandarê tabûr Selah El-Dîn dike û her dû tabûr bi îstxbaratên Tirkiyê ve girêdayî ne û armanca wan ew e ku ewlekariya herêmên Kurdan binpêbikin.” Berxedan, da zanîn ku çeteyên ku êrîşî gundê Basilê kirin û dîl ketine destê şervanên YPG᾿ê li xwe mukur hatin ku têkiliyên wan di haman demê de bi rêjîma Sûriyê re jî hene.
Mehmûd Berxwedan destnîşan kir ku ev komên çete yên Artêşa Azad û tabûrên kurdî ên êrîşî Efrîn dikin tu têkiliya xwe bi azadiyê re tune ye û got: “Lîwai El-Tewhîd ku serkêşiya 22 tabûrên komên çet dike, beriya êrîşa xwe pêk bînin civîn li Ezazê lidar xistine. Heman şêwaz me di êrîşên li Serêkaniyê de dît, tabûrên komên çete beriya êrîşan li Ruha di bin çavdêriya Tirkiyê de civiyan. Armanca herdu êrîşan ew e ku aramiya herêmê binpê bikin û bi destên Kurdan ên xayîn herêmê wêran bikin.”
Derbarê berxwedana bê hempa ku gelê herêmê û hêzên YPG᾿ê nîşan didin, ev tişt anî ziman: “Gelê herêmê û şervanên YPG᾿ê bi hevre bûn yek û bi yek destî bersiva êrîşên komên çete dan, Bi sedan welatiyên sivîl ên Ereb û Kurd berê xwe dane navenda YPG᾿ê û xwestine ku berê xwe bidin qadên şer û ji komên çete re nîşan bidin ku şêniyên herêmê bi biratî jiyan dikin.”
Derbarê hewldanên rawestandina pevçûnên li Efrînê Mehmûd wiha got: “Hin kesayetên netewî mudaxele kirin û hewldan ku pevçûn bi dawî bibin, lê belê ji ber ku ev komên çete bi hêzên derve re girêdayî ne û dixwazin li herêmê nakokiya navxweyî di nava pêkhateyên herêm de derbikeve, hewldanên van kesan ne gihiştin tu armancê.”
Berxwedan da zanîn ku di berxwedan şervanên YPG᾿ê ya li Efrînê 60 çekdar hatin kuştin û bi dehan birîndar bûne, 2 çekdar dîl ketin destê YPG᾿ê, 2 tang, çend erebeyên leşkerî bi temamî hatine rûxandin û gelek çek û bersîngên van koman hate desteserkirin. her wiha di pevçûnan de 6 şervanên YPG᾿ê jî jiyana xwe jidest dane. Şervanên YPG᾿ê hîn li cihê xwe yên pêşîn in û di asteke bilind de parastinê dikin. YPG’ê dê tu carî nehêle kes çarenûsa Efrîn û kurdîtiya wê têk bide.”
Di dawiya axaftina xwe de Mehmûd Berxwedan da zanîn ku YPG᾿ê heta dawî dê bersiva komên çekdar bide û rê ne tu kesî ku nêzî ewlekariya herêmê bibin, YPG᾿ê wê bersiva komên çekdar ên Artêşa Azad û hêzên rêjîma Baas bidin.