Fermandarê eniya rojava şerê Kobanê vegot
Fermandarê eniya rojava şerê Kobanê vegot
Fermandarê eniya rojava şerê Kobanê vegot
Di roja 15. a berxwedana Kobanê de, fermandarê eniya rojava, şervanên YPG/YPJ'ê û şervanên Bûrkan El Firat ên li heman eniyê şer dikin rewşa eniya rojava ji ANF'ê re vegotin. Yek ji fermandarên eniya rojava, ku pêşveçûna çeteyên DAIŞ'ê lê hatiye sekinandin Heqî Kobanê diyar kir ku DAIŞ li vê eniyê bi koordîneya dewleta Tirk êrîş dike û got, "Eger desteka dewleta Tirk nebe, DAIŞ nikare li hemberî me bisekine."
Yek ji eniyên ku DAIŞ bi hemû hêza xwe êrîşê dibe ser, eniya rojava ya Kobanê ye. Li vê eniyê bi rojane berxwedaneke mezin tê nîşandan. Bi taybetmendiyên xwe yên cografîk ên eniya rojava û şerê xurt ê parastinê yê şervanên YPG'ê re, derbên giran li çeteyan tê xistin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên di rojên destpêkê yên êrîşê de bi pêş ve çûn, ev 4 roj in li eniya rojava ji cihê lê ne gav bi gav vedikişin. Bûrkan El Firat a bi Artêşa Azad re di destpêka Îlonê de hat avakirin, li eniya rojava li gel YPG'ê li dijî çeteyan şer dike.
Ji Fermandarên Herêma Rojava yê YPG'ê Heqî Kobanê li eniya rojava ji me re axivî û got, "Çeteyên DAIŞ'ê nikarin ji eniya rojava bikevin Kobanê. Em xwe amade dikin li eniya rojava dest bi pêngavê bikin. Kobanê Edûlê ye, em jî Derwêşê Evdî ne."
DAIŞ BI KOORDÎNEYA DEWLETA TIRK ÊRÎŞ DIKE
Ji fermandarên eniya Rojava Heqî Kobanê diyar kir ku ew 15 roj in şerekî mezin dimeşînin û anî ziman ku yekemcar bi ewçend teknîkê û hejmareke zêde ya çeteyan êrîş li ser Kobanê tê kirin. Heqî Kobanê da xuyakirin ku eniya rojava yek ji eniyên rastî êrîşên giran tê ye û got, "Ji aliyê taybetmendiyên cografîk ve ev der ji bo me bêtir xwedî avantaj e. Li hemberî vê yekê, dewleta Tirk jî herî zêde li vê eniyê di ser Karkamişê destekê dide çeteyên DAIŞ'ê. Hema bêje DAIŞ bi temamî bi koordîneya dewleta Tirk li vê eniyê şer dike."
Kobanê got, "Li eniya rojava me şikestinek ne jiya. Piştî ku bi çekên giran êrîş hat kirin, ji bo dor li me neyê girtin, me xwe vekişandin hin herêman. Di nava çar rojên dawî de çeteyên DAIŞ'ê li rojava nikare bi pêş ve werin" û destnîşan kir ku berevajî pêşveçûna çeteyan, her diçin tên derxistin.
Heqî Kobanê da xuyakirin ku wan hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şikandine û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Niha em amadekariyan dikin ku li aliyê rojava çalakiyan lidar bixin. Girê Izaê yanî girê radyo lê ye, di destê me de ye. Bi heman rengî girê Zorava yê li pêşberî wê û gundê Siftekê yê li jêrê gir. Dixwazim vê bêjim, hem li eniya rojava hem jî li eniyê din, eger desteka dewleta Tirk tinebe, çeteyên DAIŞ'ê nikarin li pêşberî me bisekinin, nikarin şer bikin."
‘DAIŞ JI ROJAVA NIKARE BIKEVE NAVA KOBANÊ'
Heqî Kobanê anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji eniya rojava nikarin bikevni nava Kobanê û destnîşan kir ku wan eniya rojava li çeteyên DAIŞ'ê girtine. Kobanê diyar kir ku wan duh derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistine û ragihand ku ew ê ji rewşa parastinê derkevin, dest bi pêngavê bikin û gundên di destê DAIŞ'ê de rizgar bikin. Heqî Kobanê got, "Ev xak xaka Derwêşê Evdî ye. Em ê jî bi dilsoziya Derwêş a ji Edûlê re, Kobanê biparêzin. Kobanê ji bo me Edûlê ye, her yek ji me jî wê bibe Derwêş."
BIRÎNDAR E LÊ JI ÇEPERÊ DERNAKEVE
Şervanên li çeperan ji me re axivîn bi biryar in ku rê nedin çeteyan ku bikevin Kobanê.
Siyabend Zagros ê di rojên destpêkê yên êrîşan de li eniya rojava ji ber parçeyên şarapnel ên li serî ketî birîndar bû, hînê baş rehet nebû ji nû ve tevlî berxwedana eniya rojava ya hevalên xwe bû. Zagros diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi rêbazên li derveyî mirovahiyê hewl dide Kobanê dagir bikin û got, "Eger ew dixwazin bi dest bixin, em ê jî mutleqe biparêzin. Ji ber vê yekê em birîndar bin jî divê em dest ji şer bernedin."
Siyabed Zagros da xuyakirin ku Kobanê xwedî zarokên leheng e û destnîşan kir ku çete wê ti carî negihêjin armancên xwe. Zagros got, "Kobanê bêxwedî nîne. Heta ku şervanên YPG û YPJ'ê hebin, çeteyên DAIŞ'ê wê nikaribin bikevin Kobanê."
Şervanê YPG'ê Zagros anî ziman ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bide û ti carî çeperên xwe neterikîne û got, "Bila gelê Kurd vê bizanibe; em li vir in, em ê dest ji Kobanê bernedin. Em li vir Kurdistanê diparêzin û em ê her biparêzin."
DAIŞ ANCAX DI XEWNA XWE DE KARIBE KURDISTANÊ BIBÎNE!
Şervana YPJ'ê Zinarîn Zagros, di tevahiya êrîşên dawî de yek ji şervanên jin ên li eniya rojava Kobanê diparêze ye. Zinarîn Zagros da xuyakirin ku ew heta roja îro bi gelek êrîşên cuda re rû bi rû maye û got, "Lê belê dikarim bêjim ku ev êrîş êrîşa herî giran a heta roja îro ye. Çete bi her şêwe çekên giran êrîşî me dikin."
Zinarîn Zagros da xuyakirin ku li hemberî vê pêla êrîşan ew di nava berxwedaneke mezin de ne û got, "Li vê eniyê gelek hevalên me li ber xwe dan û bi lehengî şehîd ketin. Em ê di rêya wan de heta dawiyê li ber xwe bidin."
Zinarîn Zagros diyar kir ku bi berxwedana xwe ya bi moral û baweriyeke bilind ew ê bi ser bikevin û gotina dawî jî ji çeteyên DAIŞ'ê re dibêje: "Hûn ancax Kobanê di xewna xwe de bibînin!"
LI DIJÎ TEKNÎKÊ FEDAÎTÎ
Fermandara tîmê ya YPJ'ê Evîndar Botan a di vî şerî de li eniya rojava di parastinê de ye ragihand ku hêzên YPG/YPJ berxwedaneke lehengî nîşan dan û wê nîşan bide.
Evîndar Botan destnîşan kir ku li hemberî teknîka ewçend giran serketina di nava 15 rojan de hatiye nîşandan, bi fedaîtiya bêdudilî hatiye kirin.
Fermandar Evîndar diyar kir ku ew ê Kobanê ti carî teslîm çeteyên DAIŞ'ê yên çav berdanê nekin û got, "Eger di oxira vê de can pêwîst be, em ê bêdudilî feda bikin."
ŞERVANÊN VOLKANA FIRATÊ
Li eniya rojava, hêzeke din a bi şervanên YPG/YPJ'ê re li dijî çeteyan li ber xwe dide Volkana Firatê ye. Volkana Firatê ku di destpêka meha Îlonê de bi tifaqa YPG û Artêşa Azad ava bû, şervanên wê bi biryar in ku berxwedana li vê eniyê xurtir bikin. Ji endamên yekîtiyê şervanê Ereb ê bi navê Ebû Mixira da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê dixwazin tevahiya xaka Sûriyeyê parçe bikin û komkujiyê bîne serê gelan. Mixira got, "Em bi xwişk û birayên xwe yên Kurd re li hemberî van çeteyan şer dikin. DAIŞ dixwaze gelan berde hev, lê belê weke hêzên Artêşa Azad em ê bi Kurdan re li ber xwe bidin û biratiya gelan biparêzin."