Fermandar Kewser: Ev têkoşîneke rûmetê ye
Fermandar Kewser: Ev têkoşîneke rûmetê ye
Fermandar Kewser: Ev têkoşîneke rûmetê ye
Fermandar Kewser yek ji hezaran Kobaniyên di parastina Kobanê ya li hemberî êrîşên çeteyan ên ji 15’ê Îlonê heta niha ve cih digire ye. Fermandar Kewser a 55 salî ku tevî kurê xwe ji 15’ê Îlonê destpêka êrîşên heya niha di berxwedana Kobanê de cihê xwe digire, got ku ev têkoşîneke rûmetê ye û diyar kir divê hemû Kurd berê xwe bizivirînin Kobanê.
Yek ji bi hezaran Kobaniyên ji 15’ê Îlonê destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê cihê xwe di parastina bajêr de digirin Fermandara 55 salî ya bi navê Kewser e.
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên dijî Kobanê ku ket di roja 17. de, berxwedana bêhempa ya hêzên YPG/YPJ’ê nîşan dikin gelê Kobanê jî tevlî dibe. Fermandar Kewser a 55 salî ku di nava sîstema parastina bajarê Kobanê de cih digire got ku dema çeteyên DAIŞ bikevin bajêr wê heya dawiyê Kobanê biparêzin. Fermandar Kewser a kurekê wê jî di nava refên YPG’ê de li dijî çeteyan berxwedan dimeşîne wiha got: “Ez ê tevî kurê xwe vê berxwedana şeref û rûmetê heya dawiyê berdewam bikin.”
DI ROJA ÊRÎŞAN DESTPÊ KIR DE TEVÎ KURÊ XWE ÇEK HILDAN
Fermandar Kewser got ku di roja 15’ê Îlonê ya êrîşan destpê kir de tevî kurê xwe li dijî êrîşan çek hildan di nava parastinên nav bajêr de cihê xwe girt. Fermandar Kewser diyar kir ku kurê wê jî di nava refên YPG’ê de dijî çeteyn şer dike û wiha dewam kir: “Li ku derê pêwîstî çêbibe diçim wir û ji bo parastina bajêr çi pêwîst bike wê dikim. Ez kêliyekî jî berdana Kobanê nafikirim.”
‘EV PARASTINA ŞER Û RÛMETÊ YE’
Fermandar Kewser diyar kir îro şer ketiye ber deriyên wan û wiha pêde çû: “Êdî berxwedan bûye para gelê me. Ev parastineke şeref û rûmetê ye. Çeteyên DAIŞ bi top, tang û bi her cure çekên giran êrîşê ser me dikin. Em ê li hemberî van kiryarên derveyî însantiyê û çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê ti carî serî netewînin. Ez tevî kurê xwe di vî şerê rûmetê de cihê xwe digir im.”
‘NE DAIŞ GER HEMÛ DUNYA WERE SER ME WÊ NIKARIBIN ÎRADEYA ME BIŞKÎNIN’
Fermandar Kewser got: “Ne tenê DAIŞ ger hemû dunya were ser me wê nikarin îradeya me teslîm bigirin. Ew êrîşî ser me dikin û ya dikeve ser me jî em xwe biparêzin” û diyar kir ketina Kobanê tê wateya ketina her çar parçeyên Kurdistanê jî. Fermandar Kewser diyar kir ku ji bo vê yekê divê hemû gelê Kurd berê xwe bidin Kobanê û wiha got: “Kobanê rûmet û şerefa me ye. Em ê rûmeta xwe radestî çeteyên qirêj ên DAIŞ nekin.”