FAZ: Elmanya dixwaze Yewnanîstanê ji bo 5 salan ji nava Euro derxîne

Di krîza navbera Yewnanîstan û Herêma Euro û IMF'ê de roja biryardayînê hat. Tê gotin ku Elmanyayê helwesta xwe ya lihevnekirinê ya li dijî Yewnanîstan û hikûmeta Syrîza dimeşîne, gaveke din bi pêş ve biriye.

Di krîza navbera Yewnanîstan û Herêma Euro û IMF'ê de roja biryardayînê hat. Tê gotin ku Elmanyayê helwesta xwe ya lihevnekirinê ya li dijî Yewnanîstan û hikûmeta Syrîza dimeşîne, gaveke din bi pêş ve biriye.

Rojnameya Frankfurter Allgemeine Sonntagszeitung (FAZ) di nûçeyeke xwe de ku agahiyên wê dispêre çavkaniyên li Brukselê tevlî muzakereyên dewam dike bûye, îdîa kir ku Elmanya plan dike Yewnanîstanê ji bo demekê ji nava Euro derxîne. Li gorî nûçeya rojnameyê, eger bernameya reformê ya hikûmeta Yewnanîstanê pêşkêş kir 'neyê nûkirin', wê alternatîfa 'Derxistina Yewnanîstanê ji bo 5 salan ji nava Euro' derkeve pêş.

Di nûçeyê de hat ragihandin ku plana mijara gotinê ji aliyê Elmanya ve di muzakereyan de nehatiye bilêvkirin, lê belê di nava heyeta Elman de tê axaftin. Hat îdîakirin ku ev plana Elmanya 'belgeyeke amadekariyê ya ji aliyê naverokê' ve ye.

FAZ'ê di nûçeya xwe de diyar kir ku Wezîrê Maliyeyê yê Elman Wolfgang Schauble yê bi helwesta xwe ya bi Yewnanîstanê re li hev nake tê naskirin, pêşniyarên hikûmeta Syrîza 'kêm' dîtiye. Hat îdîakirin ku li gorî Schauble 'hînê di gelek qadan de kêmasiya reforman heye'.

Berdevkê Wezîrê Maliyeyê yê Elman Schauble jî li ser nûçeya FAZ'ê ya der barê planên Yewnanîstanê de şîrove nekir.