FARC: Ne êrîş bû, parastina rewa bû
Li Kolombiyayê, der barê pevçûna rê li ber mirina 11 leşkeran û hejîna pêvajoya aştiyê vekir de FARC'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku bûyera li Caûca di encama parastina rewa ya yekîneyên gerîla de rû daye.

Di daxuyaniya Fermandarê FARC'ê Pablo Catatûmbo de hat ragihandin ku bûyer êrîşeke plankirî nîne, pevçûnek di navbera hêzên gerîla û artêşê de ye û gerîla di çarçoveya prensîbên parastina rewa de tevgeriyane.
Catatûmbo yê ji bo hevdîtinên aştiyê li Havana ye, ji ber pevçûnê bi awayekî vekirî hikûmet sûcdar kir.
Catatûmbo ragihand ku hêzên artêşê yên li herêmê ji bo dor li yekîneyên gerîla bigirin ketine nava tevgerê û ji ber vêyekê, gerîla jî di çarçoveya parastina rewa de ketine nava pevçûnê.
Catatûmbo diyar kir ku ev çar meh in li herêmê tevgera bi heman rengî ya artêşa Kolombiyayê heye û destnîşan kir ku pevçûna çend roj berê qewimî jî, ji ber vê yekê ye.
Catatûmbo bang li Serokdewlet Santos kir ku biryara xwe ya ji nû ve bomberana li hemberî FARC'ê betal bike û got, "Ji nû ve bombebaran çareserî nîne. Ji destpêka şer û vir ve Kolombiyayê bombebarn dikin, lê belê yekane tişta bi dest xistine, zêdekirina hejmara miriyan e."
Li aliyê din hikûmeta Bogota jî di mijara êrîşkirina FARC'ê ya li hemberî hêzên artêşê de bi israr e. Wezîrê Edaletê yê Kolombiyayê Edûardo Montealegre da xuyakirin ku berpirsyariya FARC'ê ya di bûyerê de ji sedî 10 e û anî ziman ku leşkerên artêşê dema bêhn veddian, gerîlayan avêtin ser herêma baregehê.