FARC'ê ji bo mehekê agirbesta yekalî îlan kir

Gerîlayên FARC’ê agirbesteke yekalî ya mehekê îlan kir. Agirbest ji aliyê serokê heyetê Ivan Marquez ê li Havanaya paytexta Kuba muzakereyan bi rê ve dibe hat aşkerakirin.

Gerîlayên FARC’ê  agirbesteke yekalî ya mehekê îlan kir. Agirbest ji aliyê serokê heyetê Ivan Marquez ê li Havanaya paytexta Kuba muzakereyan bi rê ve dibe hat aşkerakirin.

Marquez di daxuyaniya xwe de got, “Em diyar dikin me biryara agirbesteke mehekê girtiye. Agirbest ji 20’ê Tîrmehê ve wê bikeve meriyetê. Ev biryar li ser daxwaza welatên navbeynkar û çavdêr hatiye dayîn.”

Serokê heyeta FARC’ê Marquez got: “Bi agirbesta yekalî re em firsendê didin aliyê din ji bo îlana agirbesta mayînde.”