Êzidiyên li Fransayê ji bo Şengalê alîkarî kom kirin
Êzidiyên li Fransayê ji bo Şengalê alîkarî kom kirin
Êzidiyên li Fransayê ji bo Şengalê alîkarî kom kirin
Kurdên Êzidî yên li Fransayê dijîn, bi armanca piştgirîdayîna Şengaliyên ji ber êrîş û komkujiyên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe bûn, alîkarî kom kirin. Alîkariya ji pêdiviyên jiyanî û pereyan, wê di demeke nêz de bê şandin.
Kurdên Êzidî yên li gelemperiya Fransayê dijîn, ev demeke kampanya berhevkirina alîkariya ji bo Şengaliyan dimeşînin û tê payîn ku alîkariya hatiye berhevkirin di demeke nêz de ji Şengaliyên mexdûrên hovîtiya DAIŞ'ê re bên şandin.
Endam û berpirsyarên Malên Êzidiyan ên bajarên Parîs, Marseille, Bluae, Makone, Ruane, Anje, Tur û herêmên derdorê, ji bo nirxandina kampanya alîkariyê, roja 27'ê Îlonê li paytexta Fransa Parîsê civînek lidar xistin.
Serokê Federasyona Êzidiyên li Fransayê Tamaze Dasenî axaftina vekirinê ya civînê kir. Dasenî, spasiya xwe pêşkêşî her kesên bi berpirsyarî tevgeriyane û alîkarî berhev kirine kir.
Di civînê de hat ragihandin ku li gel alîkariya pereyan, kamyonek ji kincan, derman, xwarina amade hatine berhevkirin û wê di van rojan de ji penaberên Êzidî re bê şandin.
