Êzidiyên li Çinarê bi cih bûn meclîsek ava kirin
Êzidiyên li Çinarê bi cih bûn meclîsek ava kirin
Êzidiyên li Çinarê bi cih bûn meclîsek ava kirin
Malbatên Êzidî yên li navçeya Çinar a Amedê bi cih bûn, ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe û der barê pêşeroja xwe de biryar bidin meclîsek ava kirin. Meclîs wê weke çareserkirina pirsgirêkên malbatên Êzidî yên li Çinar û der barê pêşeroja wan de navenda biryardana rêya bişopînin xebat bike.
Êzidiyên ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ ji Şengalê hatin Amedê, ji aliyê Şaredariya navçeya Çinar ve li avahiyên Bugday Borsayê hatin bicihkirin, meclîsa xwe ya ji 20 kesan pêk tê avakirin. Biryarên meclîsa ku ji ciwan, îxtiyar û jinan pêk tê bigire wê ji bo malbatan bibe cihê biryaran. Meclîsa ji her malê kesek nûnertî dike, ji bo li qada lê dimînin xebatên xwe yên civakî pêk bînin ji Şaredariya Çinar daxwaza qadên ji bo basketbol, voleybol, futbol ku bikarin lê bilîzin bên çêkirin kirin. Şaredariya Çinar a li qadên vala yên Bugday Borsayê potaya basketbol û voleybolê çêkirin, di rojên diyar ên hefteyê de ji bo ciwanên Êzidî futbol bilîzin wê sahaya aîdî şaredariyê ji bo wan vekirîbe.
JI KURDÎ-DER BANGA PERWERDEYA ZAROKAN
Ramazan Dengîz ê di heyeta endamên Meclîsa DBP’ê ya Şaredariya Çinar û DBP’ê ji bo çareseriya pirsgirêkên Êzidiyan çêkirine cih digire wiha got: “Malbatên Êzidî di nav xwe de meclîsek ava kirin, pirsgirêkên li vir wê bi biryarên meclîs bide bên çareserkirin. Daxwazên aktîvîteyên civakî de çêbûn. Şaredariya Çinar ev daxwaz anîn cih. Dukaneke vala kirin dukana sertiraşan. Meclîsa li vir têkildarî zarokên xwe biryareke girîng a dane heye. Niha kesên bikarin perwerde bidin zarokên wan nînin. Li vir bang li KURDÎ-DER û Egîtîm Senê dikim: ji bo perwerdeya zarokan alîkarî bidin me.”
‘JI DERVEYÎ PKK, YPG Û DBP’Ê TI KES XWEDÎ LI ME DERNEKET’
Endamê Meclîsê Mîrze Xelef got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên dijîn û der barê pêşeroja xwe de biryar dan di rêxistinbûnê re der bas dibe û spasiya hemû kesên gelê Êzidî bi tenê nehiştîn kir.
Endamê meclîsê Xidir Murat ku ji ber tiştên jiyan bi hêrs bû got ku di dema komkujiya Şengalê de ji derveyî PKK, YPG û DBP’ê ti rêxistinên din ên Kurd xwedî li wan derneketine.