'Ev unîversîte wê me bigihîne dîroka me'
'Ev unîversîte wê me bigihîne dîroka me'
'Ev unîversîte wê me bigihîne dîroka me'
Desteya Damezrîneran a Weqfa Mezopotamyayê 1. Civîna xwe ya Asayî lidar xist. Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak di axaftina xwe ya li vê derê got, "Tovê destpêkê li vir ket nav axê, mirovahiyê li ser vê axê şaristanî nas kir, robotê yekemîn li vê cografyayê hat çêkirin. Lê belê em ji van nirxan bêpar hatin hiştin. Lewma ev unîversîte wê me bigihîne rastî û dîroka me."
Weqfa Çand, Tenduristî, Huner, Zanistî û Perwerdeyê ya Mezopotamyayê, bi beşdariya hemû endamên xwe re li Salona Şano ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, 1. Civîna Desteya Damezrîneran a Asayî lidar xist.
Di civînê de li gel Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak û Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, hemû endamên weqfê amade bûn. Bi eşkerebûna rojeva civînê re ji bo dîwanê Baydemîr, endamên weqfê Sedat Yûrtdaş, Onder Atli û Ronahî Onen hatin hilbijartin. Baydemîr di axaftina vekirinê ya civînê de bal kişand ser girîngiya dibistanan di pêşketina civakan de û got, "Lê belê li welatê me, dibistan bûne cihê asîmîlasyonê. Me ji Şêx Seîdan heta Mazlûm Doganan heta niha di şertên gelekî zehmet de têkoşîn dane meşandin û niha bi ziman û navên xwe civînên xwe lidar dixin. Baydemîr diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê zanistiyê û destnîşan kir ku bi unîversîteyê re ev dikare pêk were.
Li ser navê Desteya Rêveberiyê ya Weqfê Selîm Ulker jî di axaftina xwe de xwest, 1. Civîna Desteya Damezrîneran hêjayî gelê Kurd bê. Ulker bal kişand ser girîngiya vî karî ji bo gelê Kurd û diyar kir ku Bakurê Kurdistanê li gorî bajarên rojava di warê perwerde, kar û zanîngehan de bêpar hatiye hiştin. Ulker ragihand ku ji bo vê cihêkariyê ji holê rakin, wan dest bi xebateke bi vî rengî kirine û got, "Li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê, Kurdan nîşan dan ku ew ti carî ji daxwazên xwe venagerin. Kurd wê bi paradîgmayeke nû re hîn bêtir azadî û wekheviyê biafirînin."
"TEVGERA KURD, NIHA TÊKOŞÎNEKE JINÛVE AVAKIRINÊ YE"
Herî dawî Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak axivî û kêfxweşî û serhilindiya xwe ya ji ber xebateke bi vî rengî anî ziman û malavahiya amadekarên vî karî kir. Kişanak da xuyakirin ku avakirina unîversîteyekê bi salan di rojeva wan de bû û diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku îro xebateke ji bo wê tê meşandin.
Kişanak ragihand ku tevgera Kurd di destpêkê de weke tevgereke liberrabûnê ava bû û got, "Di roja îro de jî bûye tevgereke jinûve avakirinê. Em li ber şaşî, zilm û zextan rabûn û îro jî weke tevgereke jinûve avakirinê em pêşeroja xwe ava dikin. Ez îro di vê civînê de gihaştim wê bîr û baweriyê ku dikarim bi çavên bi hêvî li pêşerojê binêrim. Tevgera Kurd tevgereke ronakbîriya civakî ye. Têkoşînek ku bi xwe dihese, bi nirxên xwe dihese û li pêşeroja xwe digere. Ev unîversîteya bê avakirin jî, ez bawerim wê ji bo vê bibe gaveke girîng."
Kişanak herî dawî got, "Em vê her tim dibêjin; Tovê destpêkê li vir ket nav axê, mirovahiyê li ser vê axê şaristanî nas kir, robotê yekemîn li vê cografyayê hat çêkirin. Lê belê em nirxan hatin dûrxistin. Me xizan hiştin. Lewma ev unîversîte wê me bigihîne dîrok me."
Piştî axaftinan raporên kar hatin xwendin.