Ev topa hewanê ya neteqiyayî aîdî kê ye?
Ev topa hewanê ya neteqiyayî aîdî kê ye?
Ev topa hewanê ya neteqiyayî aîdî kê ye?
Çeteyên DAIŞ’ê topên hewanê avêtin Qestûng a Pirsûsê û yek ket nava şivanên ku pezê xwe diçêrandin. Lê topa hewanê neteqiya. Gundiyan rewş ragihandin rayedaran, lê ji bo ku top bê îmhakirin tu hewldan nehatiye destpêkirin. Gundiyar kir ku leşkeran gotiye ku gund terk bikin.
Li gelek gundên Pirsûsê yên sînorê Kobanê çalakiya nobetê didome û her wiha şer û pevçûnên li gundê Êlîşar û Kosîka jî didome. Çeteyên DAIŞ’ê ku qet li pêş YPG û YPJ’ê pêş navekevin, dem bi dem gundan topebaran dikin. Di 27’ê Îlonê de DAIŞ’ê topên hewanê avêt girseya li gundê Dewşen nobet digirt û piştre jî gelek gundên sînor hedef girt. Di êrîşa li dijî gel de windahiya can çênebû, mînîbusekê xesarên mezin dît. Kesên di êrîşê de birîndar bûn, piştî dermankirinê dîsa vegeriyan çalakiya xwe.

Di 28’ê Îlonê de DAIŞ’ê gundên derdora sînor hedef girt. Bi taybet jî gundên Merdsimêl, Dewşen, Bêdhê, Zehwan, Guhoka, Mollahemze û Qestûng hedef girtin û nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞ’ê di hişê mirovan de pirsnîşanan çêdike.
ARMANC GUNDAN VALA BIKIN
Gundiyan diyar kirin ku di çarçoveya planên avakirina herêma tampon de Tirkiye dixwaze bi destê DAIŞ’ê hem gundên Rojava û hem jî Bakurê Kurdistanê yên sînor vala bike û got ku ew ê gundên xwe terk nekin. Gundiyên Zehwan û Merdsîmêl ji aliyê leşkeran ve hatin tehliyekirin û yên din jî gundên xwe terk nekirin.
JI BO ERDOGAN BANG
Gundiyên Qestûng ku di 28’ê Îlonê de du topên hewanê gundê wan ketin û yek jê neteqiya, diyar kirin ku li gel ku agahî dane leşkeran, li şûna ku topa hewanê bigirin, ji me re gotin gundê xwe terk bikin.
Muxtarê gundê Qestûngê Salîh Alak diyar kir ku yek topên hewanê ketiye nava şivanan û got: “Tirkiye pêşî li vê nagire. Gundî neçar dimînin gund terk bikin. Em êdî ditirsin. Hesabên Tirkiyeyê hene. Ji bo vê têkoşîn nake. Ger DAIŞ bitirsiya wê wisa nekira. Tirkiye her roj dibêje em bira ne. Lê tiştên pêwîst nake. Em bang li Serokkomar Erdogan dikin. Yên Rojava jî xizmên me ne. Ev çete seriyan jêdikin. Ger ji me re dibêjin hûn birayê me ne bila peywira xwe bînin cih.

PIŞTGIRIYÊ BERDE, PÊŞÎ LÊ BIGIRE
Gundiyê bi navê Bozan Arga jî agahî dane leşkeran lê leşker nehatine topa hewanê îmha nekirine û got: “Ji me re gotin gund terk bikin. DAIŞ bi dûrbînan gund temaşe dikin. Bi vî awayî jî topan davêjin. Tirkiye li şûna ku piştgiriyê dide divê pêşî lê bigire.
Gundiyan îdîa kirin ku dibe ku ev topa hewanê aîdî Tirkiyeyê be û tîp û hejmarên li ser topê wiha ne: “ BM-30-11, 42 m, 660 Tny.” Hejmarên di bin topê de jî 39 – 63 – 3 – 524 e.
JI DBP’Ê LÊKOLÎN
Li aliyê din Hevserokê DBP’a Rihayê Celalettîn Erkmen çû cihê bûyerê û lêkolîn kir. Erkmen got ku ew ê rewşê ragihînin rayedaran û wê topa hewanê îmha bikin.