ESP: Gelê me dê vê êrişê jî pûç bike

ESP: Gelê me dê vê êrişê jî pûç bike

Rêxistinên ESP'ê yên bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, li dijî biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê ya betalkirina lîsansên weşanê yên NÛÇE TV, MMC û ROJ TV nerazîbûn nîşan dan û gotin, "Ev ne êrişa yekemîn e, gelê me wê xwe ji vê êrişê jî rizgar bike."

Rêxistinên ESP'ê yên bajar û navçeyên Amed, Dîlok, Meletî, Dêrsim, Nûrheq, der heqê biryara Dadgeha Eyaletê ya Kopenhagê ya betalkirina lîsansên weşanê yên NÛÇE TV, MMC û ROJ TV, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de peyamên welatên Ewropayê yên sansura çapemeniya Tirkiyê şermezar dikirin hatin bibîr xistin û hat destnîşankirin ku gava azadiya çapemeniyê dibe mijara gotinê, helwesta hemû dewletan yek e. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku biryara betalkirina lîsansên qenalên televîzyonê yên Kurd, di encama bazariya navbera dewletên Danîmarka û Tirkiyê de hatiye dayîn û hat gotin, "Di pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de, wergirtina biryareke bi vî rengî nîşan dide ku kî dixwaze pêvajoyê sabote bike."

Di daxuyaniyê de hat gotin "Mafê girtina nûçeyan ê gel, nikare ji dest were grtin. Çapemeniya azad bêdeng nabe. Ev ne êrişa destpêkê ye, gelê me wê mîna demên derbasbûyî, xwe ji vê êrişê jî rizgar bike."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ewê bi ROJ TV, NÛÇE TV û MMC yên lîsansên wan ên weşanê hatine betalkirin, di nava hevkariyê de tevbigerin.