Êrîşkarê Bostonê rastî cezayê mirinê hat
Cevher Tsarnayev ê sala 2013’an êrîşî Maratona Boston kir ji aliyê juriyê ve rastî cezayê mirinê hat.

Di doza li Dadgeha Federal a li Bostonê pêk hat juriyê, biryara cezayê mirinê da Cevher Tsarnayev. Wê cezayê Tsarnayev bi derziya jehrê bê bicihanîn.
Di dozê de ji 30 sûcên Tsarnayev pê dihat darizandin, ji 17 sûcan cezayê mirinê dihat xwestin. Li pêşberî juriyê ligel cezayê mirinê cezayê muebetê jî hebû.
Cevher Tsarnayev ê Çeçenîstanî 15’ê Nîsana 2013’an bi birayê xwe re li hember Maratona Boston êrîşa bombeyî pêk anîbû. Di ancama êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû 264 kes jî birîndar bibûn.
Di operasyona piştî êrîşê de Tamerlan Tsarnayev bi pevçûna polîsan re hatibû kuştin, Cevher Tsarnayev jî piştî 4 rojan hatibû girtin. hatibû fêmkirin ku her du birayan bi motîfên Îslamî êrîş pêk anîne.
Êrîşa Maratona Boston, piştî êrîşa 11’ê Îlona 2001’ê êrîşa herî mezin a terorîstî ya li DYA’yê bû.
Li eyaleta Massachusetts a girêdayî Boston cezayê mirinê sala 1982’an hatibû rakirin, lê belê di doza Tsarnayev de ji ber Hikûmeta Federal a DYA bi xwe bû dozdar wê cezayê mirinê pêk were.