Êrişên li Taksîmê, li Hambûrg û Stûttgartê hatin şermezarkirin
Êrişên li Taksîmê, li Hambûrg û Stûttgartê hatin şermezarkirin
Êrişên li Taksîmê, li Hambûrg û Stûttgartê hatin şermezarkirin
Êrişên polêsan ên li dijî berxwedêrên Parqa Gezî, li bajarên Elmanya Hambûrg û Stûttgartê hatin şermezarkirin.
Li Hambûrgê, di çalakiya Yekitiya Hêzê ya Taksîmê de, gelek Kurdistanî û demokratk amade bûn. Di çalakiyê de êrişa polêsan hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de nûnera platformê Leman Stehn axaftinek kir. Stehn da xuyakirin ku di bin êrişa polêsan de, mejiyê mirovên demokrat weke dijminan dibînin, heye. Stehn destnîşan kir ku rêya serketinê ya li dijî diwariyê bi têkoşîna hevpar a şoreşgeran û berxwedanê ye.
Piştî axaftinan mîtîng bi dirûşman bi dawî bû.
JI BO PROTESTOYA ROJA ÎNÊ BANG
Yekitiya Hêza Taksîmê, wê roja Înê li Hambûrgê bi armanca şermerzarkirina êrişa polêsan a li Taksîmê meşekê lidar bixe. Meş wê saet di 18.00'an de li Gansemarktê destpê bike û li ber konsolosa Tirk bi mîtîngekê bi dawî bibe.
LI STÛTTGARTÊ PROTESTO
Li navenad bajarê Stûttgartê jî Yekitiya Hêza Demokratîk çalakiya piştgiriya bi Taksîmê lidar xist. Kurd, Elewî, Şoreşger û demokrat, ji navenda bajêr heta Konsolosiya Tirk a li Stûttgartê meşiyan.
Di çalakiya bi beşdariya 500 kesî de li ser navê platformê axaftinek hat kirin. Di axaftinê de hat destnîşan kir, ku deshilatdariya AKP'ê bi dîktatoriya xwe ya li dijî gelan û helwesta xwe ya tund, nikare berxwedana gelan tine bike.
Di daxuyaniyê de çapemeniya Tirk jî hat rexne kirin û hat destnîşankirin, ku çapemenî bi tenê zarokên keviran diavêjin nîşan dide.